Satiye Ok: Grevên birçîbûnê hatine sînorê mirinê

  • 09:24 18 Nîsan 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Berdevka SKMy ya Îzmîrê Satiye Ok diyar kir ku êdî saniye ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê girîng e û rojeva Tirkiyeyê bi nedayîna mazbatayan tê mijûl kirin. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, bi tevlîbûna 7 hezar girtî didome. Malbatê ku zarokên wan di grevê de ne jî bi çalakiyên ku dikin hewl didin dengê girtiyan bidin bihistin. Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst ya Îzmîrê (SKM) Satiye Ok da zanîn ku êdî saniye ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê girînge û got rojev bi nedayîna mazbatayan tê mijûl kirin. Satiyeyê daxuyakirin ku desthilatdarî hewl dide dîsa îradeya gel tune bihesibîne û qeyûm tayîn bike.
 
‘Pêvajo dijdemokratîk û şikestiye’
 
Satiyeyê destnîşan kir ku Seroka Giştî ya berê ya ESP’ê Hulya Gerçek û gelek sosyalîstên din jî tevlî grevê bûne û got ji vê pêvajoyê bi fikarin. Satiyeyê ev tişt daxuyand: “Tecrîd hem li hundir hem li derve tê jiyîn. Divê demildest daxwaza girtiyan bê qebûlkirin. Jin, ciwan û Kurd… Civak bi giştî di bin tecrîdê de ye. Mehek berê jinek neçar ma bi kelepçê zaroka xwe bîne dinê. Gelek girtî ji ber hatine surgunkirin neçarin bi SEGBÎS’ê tevlî dadgehan bibin. Nameyan nadin girtiyan. Hevdîtin tên astengkirin. Pêvajo dijdemokratîk û şikestiye.”
 
Satiyeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku faşîzm didome û herî zêde jî xwe li girtîgehan dide meşandin û wiha got: “Xuyaye ji vir şûnde wê pêvajoyek tarîtir hebe. Lê em bawerin ku piştî vê pêvajoyê wê têkoşîna gelên me berxwedanek nû derxe holê. Hemû polîtîkayên zextê di 31’ê Adarê de hat têkbirin. Desthilatdariya siyasî bi hilbijartinê hat lê naxwaze bi hilbijartinê biçe.”