Hediye Levent: Jin li Rojhilata Navîn bi dedelên giran bi ser ketin

  • 09:16 18 Nîsan 2019
  • Rojane
STENBOL - Rojnameger Hediye Levent diyar kir ku li herêmên ku YPJ'yî  hene bandora wan a erênî heye û da zanîn ku jin li Rojhilata Navîn bi bedelên giran pêşve çûn û destkeftî bi dest xistin.
 
Geşedanên li Rojhilata Navîn bi salane didomin û ji serê sedsala 21’ê heta niha guherîn didomin. Di 2003’an de DYA’yê mudaxaleyê Iraqê kir û di encama vê de rejîma Saddam û Baas ket, di 2010-2011’an de bihara Ereban dest pê kir û ji havîna 2015’an û şûnde jî lihevkirina Îranê ya bi Rojava re bandora xw kir. Şerê navxweyî yê Sûriyeyê, rola kurdan ya li Herêmê zêde kir û di 2014’an de bi hewldana avakirina serdestiyê ya li  Rojhilata Navîn, li Sûriyeyê bi pêşengiya kurda li hember DAÎŞ’ê têkoşînek mezin hat dayîn û geşedanên mezin pêk hatin. 
 
Di hefteya borî de li Stenbolê 2’emîn Konferansa Aştiyê ya Rojhilata Navîn pêk hat û rojnameger Hediye Levent jî tevlî bû. Hediye Levent geşedanên li herêmê nirxand.
 
‘Lİ herêmê şerê wekaletek cidî hey’
 
Hediyeyê bi lêv kir ku pêvajoya ‘Bihara Ereban’ gelek tevger û nêrîn bi bandor kirine û got: “Bi vê re jî pisgirêkek herêmê ya bi salan didomiya derket holê. Di vê pêvajoyê de gelên kêmar hatin dîtin. Kêmarên li Rojhilata Navîn, jin an jî kurdên Rojahva bi serhildana Ereban re hinek din hatin dîtin. Hîna bihara Ereban bi dawî nebûye. Tenê pevçûna çekdarî bi dawî bû. Lê piştî vê wê çi dibe kes nizane. Li herêmê di serî de Sûriye, di navbera welatan de şerekî cidî yê wekaletê heye. Ev rewş wê pozîsyona kêmaran diyar bike.”
 
Hediyeyê balkişand ser nîqaşên îstîkrarê yên li Sûriyeyê û wiha berdewam kir: “Îstîkrar têgeheke pir cuda ye. Bi rastî jî têgeheke dîtbarî ye. Li gorî Rûsyayê li Sûriyeyê îstîkrar çi ye? Bidawîbûna pevçûnan e. Ya duyem, Rûsya li Şamê berjewendiyên xwe biparêze, rêveberiyek ku fêdeyê dide wan hebe. Ji bo Îranê hinek din cudatire. Ji bo Tirkiyeyê cudatire. Îran û Tirkiye hewl didin li wir mayîn de bibin. Dîsa DYA dixwaze li wir mayîn de be. Kurdan ji niha û pêde modelek diyar kirine, hewl didin maf û destkefiyên xwe biparêzin. Lê di heman demê de di navbera Sûriye û Şamê de mane. Ne zelale wê çawa ji nav derkeve. Dîsa ji ber şerê vekaletê didome, gelek rîsk li bende welatin.”
 
‘Jinan bedelên giran dan lê destkeftiyên wan jî hene’
 
Hediyeyê bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de jinan bedelên giran dan û ev tişt daxuyand: “Jin tenê rastî êrîşa raste rast nehatin. Rastî tacîz û tecawizê hatin. DAÎŞ’ê jin li bazarên koleyan firotin. Lê ji ber sedema serhildana Ereban geşedanên girîng mijara gotinê bûn. Wek hemû şeran di hejmaran mêran de kêmbûn çêbû. Vê di heman demê de rihê piştevaniyê derxist holê. Di dema şeran de têkiliya navbera jin û mêran de vediguhere piştevaniyê. Jin zêdetir tevlî civak an jî aboriyê dibin. Jinan di dema şer de bedelên giran dan lê gelek destkefiyên wan jî hene. Li herêmên ku YPJ heye bandorên wan yên gelek girîng hene.”