‘Salvegera mirina Remziyeyê rojbûna Nevalê ye’

  • 09:07 18 Nîsan 2019
  • Rojane
WAN - Jina bi navê Remziye Bor ya di serdegirtina malê de dema 7 meh û nîv ducanîbû hat qetilkirin, di ser mirina wê de 3 sal derbas bû. Neval ya ku dayika wê di beşa lezgîn de bû hat dinê dikeve 3 saliya xwe. Bapîra Nevalê, Kiymet Abî diyar kir ku salvegera mirina bûka wê Remziyeyê di heman demê de rojbûna Nevalê ye. 
 
Di 19’ê Nîsana 2016’an de li taxa Xaçorta Îpekyol a Wanê polîsên tevgera Taybet bi ser mala Remeziye Bor de girtin û birîndar kirin. Remziye rakirina Beşa Lênerîna Lezgîn ya Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Herêmê ya Wanê û beşek bedena wê felç bû, di vê pêvajoyê de du caran emelyet bû. Li ber beşa Remziye razabû bi talîmata Serdozgeriya Komarê nobet dihat girtin û pitika zikê wê di 25’ê Nîsanê de bi sezeryanê jê hat girtin. Remziye di 17’ê Gulana 2016’an de di 27 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
 
Piştî bûyerê hevjînê Remziyeyê jî Îrfan Bor jî têde 8 kes hatin binçavkirin. Ji 8 kesan 5 heb hatin berdan û Îrfan Bor jî bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ye’ hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa F ya Wanê. Dozgeriyê di biryara îdianameyê de da zanîn ku hewce bi lêkolînê tune û pêşî li lêpirsînê girt. Dosya wê di nav dosyayên kiryar nediyar de cih girt. Ji bo Îrfan jî 7 sal û 6 meh ceza hat birîn.
 
Neval 3 salî ye
 
Neval a ku bê dayik mezin bû jî ji meta xwe re dibêje ‘dayê’. Bapîra wê ji Nevalê re dibêje ‘bavê te li dibistanê ye dibistan biqede wê bê’. Bapîra wê Kiymet Abî da zanîn ku her li Nevalê dinêre kezeba wê parçe dibe û wiha got: “Hêvîdarim çi anîn serê bûka min bila bê serê kesên li wê xistin. Ev sê sal in me êşeke mezin kişand. Kurê min ket girtîgehê. Bûka min ciwan bû ket bin axê. Ger dosya nehatiba girtin û berpirs bihatana darizandin ez ê hinek kêfxweş bûma.”
 
‘Tu tişt naşibe dayikê’
 
Kiymetê bi lêv kir ku ew ji bo Nevalê neçare bikene û wiha pê de çû: “Ez hewl didim baş bibim. Neval pir biçûke û van heq nake. Ez wê bi derewan mezin dikim. Her çiqas em her tiştê wê bînin cih jî tu tişt wek dayikê nabe. Şîrê dayikê nexwar. Her tim nexweş dikeve. Ez hêvî dikim ku yên Remziye kuştin cezayên xwe bikşînin.”
 
Kiymetê destnîşan kir ku salvegera mirina Remziyeyê di heman demê de rojbûna Nevalê ye û wiha dawî lê anî: “Neval bê dayik ma lê em di rojbûna Nevalê de li benda hemû dayikan e ku li Newalê xwedî lêderên e. Bila jin Nevalê tenê nehêlin.”