Jinên Kurd ên Êzidî : Êdî em ji DAÎŞ'ê natirsin hêviyên me azad in

  • 09:02 18 Nîsan 2019
  • Rojane
Rûken Goman 
 
HESEKÊ - Jinên Kurd ên Êzîdî yên ku ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin û li kampa Holê bi cih bûne diyar kirin ku ew dixwazin hemû Êzidiyên ku dîl hatine girtin bên rizgarkirin û wiha gotin:"Em careke din naxwazin çarşefên reş li xwe bikin ew ê gelek zehmet be. Em dixwazin hemû Êzidiyên ku dîl hatine girtin ji destên çeteyên DAÎŞ'ê bên rizgarkirin."
 
Çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengala pîroz kirin. Di encamê de gelek jin, zarok, mêr hatin qetilkirin û girtin. Îro jî bi saya têkoşîna şervanên YPJ/YPG'ê û QSD'ê  DAIŞ têk çû. Tevî ku DAIŞ têk çûye, hîn jî jinên ku li Kampa Holê bi cih bûne ji tirsan newêrin bêjin 'Em Êzidî ne'. Têkildarî mijarê jinên Êzîdî yên ku di fermanê de ketin destên çeteyên  DAIŞ'ê û hatin rizgarkirin  ji ajansa me  JINNEWS'ê axivîn.
 
'Em hêvî dikin ku dê hemû jinên Êzidî bên rizgarkirin'
 
Jina Êzidî Wedad Kicê ya ji Kocoya Şengalê ye di hemleya tunekirina terorê li Hecînê ya Dêre Zorê ji aliyê şervanên YPJ'ê hatiye rizgar kirin wiha got: "Dema ferman li ser Şengalê hat kirin malbata min hemû hat qetilkirin, tenê lawê min maye, ez û lawê xwe êsîr ketin destê DAIŞ'ê. Min pir zilm û zordarî dît û 19 caran hatime firotin û zewicandin. Dema şerê Hecînê dest pê kir şervanên YPJ'ê ez rizgar kirim, lê lawê min nehat rizgarkirin, ji bo wê jî bi cilên reş di nav kampê de digerim ku ez lawê xwe bibînim.  Em hêvî dikin ku dê hemû jinên Êzidî bên rizgarkirin."
 
'DAÎŞ têk çû û em azad in'
 
Wedadê wiha dom kir: "Carake din wekî jinên Êzidî bi biryar û israr em daketine nava kempa DAIŞ'ê bi cil û bergên wan. Armanca me  ew e ku Êzidiyên di destên DAÎŞ'ê de bûn em bibînin û rizgar bikin.  Em Êzidî ne, ji ber gelek tirs di dilê me de dan avakirin, heta niha êşa vê yekê  tê  kişandin. Ji bo wê jî em ranawestin heta em tevahî êsîran rizgar bikin û careke din bi hev re vegerin Şengala pîroz. DAÎŞ têk çû û em azad in. " 
 
'Em êdî ji DAIŞ'ê natirsin hêviyên me azad in'  
 
Her wiha Milûka Xidir jî ku di şerê li Baxozê de ji destê çeteyan hatiya rizgarikirin û li Kampa Holê bi cih bûye ev tişt got: "Dema şervanan em rizgar kirin em pir kêfxweş bûn ku em ji zor û zordariyê xilas bûn. Di nava DAIŞ'ê de ez 3 caran hatim zewicandin. Em naxwazin careke din cilê reş li xwe bikin, lê eger em  azadiya tevahî Êzidiyan bixwazin em ê ji bo wan her tiştekî bikin. Ji bo wê jî îro em daketina di nava kampa ku çete lê dimînin, bi armanca ku em jin û zarokên xwe yên Êzidî bibînin û ji wan re bêjin êdî em azad in. Kirasê koletiyê me ji serxwe avêt. Êdî em ji DAÎŞ'ê natirsin hêviyên me azad in. Heta ku hemû Êzidî rizgar bibin em ê li ber xwe bidin. "