ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2019'AN

  • 09:00 18 Nîsan 2019
  • Rojev
* Jinên Kurd ên Êzîdî yên ku ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin û li kampa Holê bi cih bûne diyar kirin ku ew dixwazin hemû Êzidiyên ku dîl hatine girtin bên rizgarkirin û wiha gotin:"Em careke din naxwazin çarşefên reş li xwe bikin ew ê gelek zehmet be. Em dixwazin hemû Êzidiyên ku dîl hatine girtin ji destên çeteyên DAÎŞ'ê bên rizgarkirin." DÎMEN HEYE
 
*Li Farqînê bi hatina biharê re xweşikahiyek bi heybet derket holê û sûlava bi ava berf û baranê xwedî dibe, bi dîmena xwe mirovan matmayî dihêle.BI DÎMEN
 
*Jina bi navê Remziye Bor ya di serdegirtina malê de dema 7 meh û nîv ducanîbû hat qetilkirin, di ser mirina wê de 3 sal derbas bû. Neval ya ku dayika wê di beşa lezgîn de bû hat dinê dikeve 3 saliya xwe. Bapîra Nevalê, Kiymet Abî diyar kir ku salvegera mirina Remziyeyê di heman demê de rojbûna Nevalê ye. BI DÎMEN
 
*Sîbel Akdenîz ya li dijî tecrîda li Îmraliyê ji 5’ê Çile de ye li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di greva birçîbûnê de ye, hat hînbûn ku daketiye 40 kîloyî û hişê wê carna diçe.
 
*Rojnameger Hediye Levent diyar kir ku li herêmên ku YPJ'yî  hene bandora wan a erênî heye û da zanîn ku jin li Rojhilata Navîn bi bedelên giran pêşve çûn û destkeftî bi dest xistin. BI DÎMEN
 
*Berdevka SKMy ya Îzmîrê Satiye Ok diyar kir ku êdî saniye ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê girîng e û rojeva Tirkiyeyê bi nedayîna mazbatayan tê mijûl kirin.