Malbatên li ber Girtîgeha Menemenê: Bila tecrîd bê rakirin

  • 17:41 17 Nîsan 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ku li ber Girtîgeha Menemenê dayxuyanî dan, xwestin ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û tecrîd bê rakirin. 
 
Komeleya Piştevaniy bi Malbatên Girityan re a EGE'yê (EGE TUHADER), ji derbarê girtiyên ku ji  balê bikişînin ser  tecrîda li ser Rêberê PKK'ê di grevê de ne li ber Girtîgeha Menemenê daxuyanî da.  Di daxuyaniya ku hat dayîn de li gel malbatên girtiyan Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) , Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)  û parlamenterên HDP'ê yê îzmîrê  Murat Çepenî amade bûn. 
 
Malbatên ku dûrî girtîgehê bi 4 kîlometreyan hatin rawestanin û heyeta bi wan re, li dijî astengiya polîsan çalakiya rûniştinê li dar xistin. Piştre Hevseroka DUHAY Der a Egeyê Selma Altan daxuyanî xwend. Selma bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK2ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û li tevahiya girtîgehan belav bûye, 7 jê li girtîgehan û yek jî li derve ku li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn û wiha got: "Hezar û 500 girtî ji ber girevê rewşa wan krîtîk e. Divê daxwazên çalakgeran bên bi cih anîn û tecrîd bê bidawîkirin."
 
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê ku piştî Selmayê axivî jî bal kişand ser êrîşa polîsan a li dijî daxuyaniya li Amedê ya li dijî tecrîdê ku di encamê de Remziye Tosun û Musa Farîsoglullariy hatin birîndarkirin û got ku divê tecrîd bê bidawîkirin.  
 
Bêdengî bi wan xweş tê gelo? 
 
Piştre Dayika girtiyê bi navê Nazir Gumuş ê ku li dijî tecrîdê di Girtîgeha Bandirmayê ya hejmar 1'ê di gervê de ye Hanîfa Gumuş jî wiha got: "Çima hikûmet bêdeng e.Çima guhê xwe girt. Gelo ji ber kurdbûna me em veqas pirsgirêk dijîn? Bila hikûmet gavê biavêje bese ev zilm." 
 
'Ka wekhevî'
 
Piştre dayika girtiyê bi nav Mehmet Mencik ku li Girtîgeha Bandirmayê ya Hejmar 2 refaqatê dikê ji girtiyan re dike Fîlîz Mencik jî wiha got: "Em êdî nikarin li malê ji bo xwe xwarinê çêbikin. Zarokên me birçî ne. Lawê min refaqatê dike lê ew jî birçî ye. Her ku diçim hevdîtinê hinekî din zaîf dibin.  Kanî wekhevî."