Remziye Tosun ji nexweşxaneyê bang kir: Heta tecrîd bi dawî bibe em ê têbikoşin

  • 16:55 17 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Parlamentera HDP'ê di encama êrîşa polîsan de ji parsûyên xwe birîndar bû. Remziye Tosun anî ziman ku ew bi êrîşek faşîst rû bi rû mane û got:"Heta tecrîd bi dawî bibe em ê têbikoşin."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî biryara YSK'ê ya derbarê hevşaredarên ku ji ber KHK'ê mazbataya wan nehat dayin xwest li Parka Koşuyolê ya Amedê daxuyaniyê bide. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun ji ber êrîşa polîsan parsuyên wê derizîn. Remziye ji nexweşxaneyê bang kir û got:"Em kesek tenê bimînin jî em ê li berxwe bidin."
 
'Em kesek tenê bimînin jî em ê li berxwe bidin'
 
Remziye derbarê êrîşên polîsan de wiha got:"Leyla Guven ev 5 meh in di greva birçîbûnê de ye. Nasir Yagiz û bi hezaran hevalên me niha di greva birçîbûnê de ne. Em tu carî gavê paş ve navêjin. Çawa Mazlûm Dogan li zindanê li berxwe da îro jî Leyla Guven û bi hezaran hevalên me meşaleya wî girtine. Serîhildana wan li cîhanê belav bû. Heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê nesekinin. Ew serê me jî bişkînin mejiyê me jî belav bikin û em kesek tenê bimînin jî em ê li berxwe bidin."