Kurdên Êzidî yên Herêma Cizîrê Cejna Çarşema Sor pîroz kirin

  • 15:11 17 Nîsan 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Êzîdîyên herêma Cizîrê cejina Çarşema Sor ya bi sersala Êzîdiyan tê naskirin li hola Beylesan ya navçeya Amûdê pîroz kirin û avakirina Yekîtiya Êzîdîyên Sûriyeyê ragihandin.
 
Îro Êzîdîyên herêma Cizîrê li hola Beylesan ya navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo cejina Çarşema Sor bi dirûşmaya "Çarşema Sor sersala Êzîdiyan roja vejina jiyanê ye", pîroz kirin, her wiha avakirina Yektîiya Êzîdiyên Sûriyeyê ragihandin. Bi sedan Êzidîyên Kurd ên  herêmê, Sûriyan, ereb û  saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokeratîk, Kongreya Star û Yektîiya Oldaran beşdarî pîrozbahiyê bûn.
 
Hol bi wêneyên tekoşerên Êzîdî û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hatibû xemilandin. Her wiha ji ber ku di nava Ola Êzîdyatî de hêk bi sembola cîhanê tê naskirin, bi sedan hêk bi rengên cuda hatibûn çêkirin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, Endamê Mala Êzîdiyan ya navçeya Amûdê Ziyad Rustem û Heveroka Desteya Perwerdeyê Kewser Deho cejina Çareşma Sor li tevahî kesên hazir û gelê Êzîdî pîroz kirin.
 
Paşê Hevseroka Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriya axivî, Nezîra Cejina Çareşma Sor û avakirina Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê pîroz kir û got: "Ev cejin bi serkeftina QSD'ê li dijî terora DAIŞ'ê geş dibe, bi hêviya rizgarkirina tevahî Êzidîyan û jiyanek nû û bi wate."
 
Di berdewamiya pîrozbahiyê de Koma Tolhildan stranên Ola Êzîdî vegotin.
 
Pîrozbahî bi belav kirina hêkên rengîn û şêraniyê bi dawî bû.