Serlêdana parêzerên Abdullah Ocalan hat redkirin
- 13:55 17 Nîsan 2019
- Rojane
STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana daxwaza hevdîtina parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cara 807’emîn red kir.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu, Mazlum Dînç û Raziye Turgut ji bo miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 807’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê piştî nirxandina serlêdanê daxwaza parêzeran a hevdîtinê red kir.
Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hêcetên cuda nikarin biçin li gel Ocalan hevdîtinê pêk bînin.