Ji bo zarokên Mexmûr yên down û otîzmê kampanyayek bi wate

  • 12:14 17 Nîsan 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Seroka Însiyatîfa Aştî û Hêvî Emîne Gozden ya ku li Almanya xebatê dimeşîne, serdana Navenda Hêvî ya li Mexmûrê kir. Emîne diyar kir ku ew ji bo zarokên down û otîzmê kampanyaya alîkariyê dane destpêkirin.
 
Navenda Hêvî bi alîkariya saziya tendirustiya Mexmûr û Meclîsa wargehê ji bo zarokên down û otîzmê, ji Îlona 2018’an ve dest bi xebatê kiriye. Li Navenda Hêvî ders ji aliyê xwendekarên beşê Derûnî qedandine tê dayîn. 
 
Navenda Hêvî ji bo zarokên pêwîstiya wan bi danûstandinek taybet hene, bi hestyarî kar û xebatê dike. 8 mamostayên xwebexş li Sentera Hêvî kar dikin û 25 xwendekar hene. Ji ber ku divê zarok bi awayek hesas werin perwerde kirin, mamosta bi awayek taybet bi wan re danûstandinê dikin. Sentera Hêvî di şert û mercên zehmet de hatiye vekirin. Navenda Hêvî bang li saziyên Neteweyên Yekbuyî, Saziya Qendîl a alîkariyê û saziyên din yên navnetewî ku mafê zarokan diparêzin kir, daku alîkariyê bidin wan. 
 
Seroka Însiyatîfa Aştî û Hêvî Emîne Gozden ku ji Almanyayê hatiye, li ser armanca serdana xwe ji Navenda Hêvî re ji RojNews re axivî. Emîne got ku ew li Almanyayê dixebitin û zêdetirî xwe xebatê li Rojava, Başûr û parçeyên din dimeşînin. Emîne da zanîn ku ew wekî Însiyatîfê heya niha gelek proje pêkanîne, lê ji wana ya herî girîng ya Mexmûrê ye û wiha got: “Em ji bo Navenda Hêvî ne tenê alîkariya madî, di heman demê em ji bo bername û rêziknameyê jî li rêyên xebatê digerîn. Em ji 3 Nîsanê ve li Mexmûrê xebatên xwe birêve dibin. Mamosteyên xwebexş, li Navenda Hêvî bi fedekariyek mezin kar dikin. Li Kurdistanê cara yekem projeyek bi vî awayî li Mexmûrê hatiye destpêkirin. Lê divê ji bo ku li her derê belav bibe, xebat werin meşandin.”