Rewşenbîrên Fransî: Bi çalakgeran re hevdîtinê bikin

  • 11:37 17 Nîsan 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedarên Fransayî li ser grevên birçîbûnê metneke hevpar li Humanite'yê weşandin û pirseke wiha kirin: "Ji bo Fransa hişyar bibe ku welatekî mafên mirovan e, gelo divê çalakgerên li Strasbourgê bimirin?"
 
Di metnê de ku bi sernavê 'Divê li ser xaka me Kurdekî bi tenê jî nemire' hate weşandin, bêdengiya siyaset û medyayê ya li pêşberî grevên birçîbûnê bi tundî hate şermezarkirin. Di metna hevpar de hate gotin, "Em bi hêrs in, ji ber ku dema keleha DAÎŞ'ê ya li Sûriyeyê Baxoz berî çend rojan hate xistin, şervanên Kurd hatin silavkirin lê belê di sala 2019'an de milîtanên jin û mêr ên doza Kurd ji ber xemsariya giştî dibe ku bimirin."
 
Di nivîsê de hate ragihandin, gelan û milîtanên Kurd li dijî dîktatoriyê bi wêrekî li ber xwe dan û li Sûriye û Tirkiyeyê ji bo azadiya Ewropiyan têkoşiyan. Di nivîsê de hate destnîşankirin, Kurdan rêveberên xwe yên şaredariyan ji nû ve hilbijartin, ên ku ji aliyê rêveberê li Enqereyê (Erdogan) ve ji wezîfeyê hatin girtin û li zindanan hatin bicihkirin. Di nivîsê de hate gotin, Kurdan di hilbijartinên xwecihî de bi rengekî tund Erdogan red kirine.
 
'8 kesan jiyana xwe ji dest dan'
 
Di metna hevpar de ya li rojnameya Humanite hate weşandin, hate bibîrxistin ku li girtîgehan heta niha gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dane û hate gotin, "Bi hezaran Kurd li girtîgehên Erdogan dirizin. 8'ê Mijdara 2018'an parlamenter Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir û niha li ber mirinê ye. Li girtîgehan bi hezaran girtî ketine greva birçîbûnê ku mirin dane pêş çavên xwe. 8 ji wan jiyana xwe ji dest dan. Gelo kes qala vê dike?"
 
'Bê dengî qebûl kirine'
 
Di metnê de hate ragihandin, grevên birçîbûnê ji bo bidawîkirina tecrîdê yanî ji bo destpêkirina danûstandinan pêk tên û hate bibîrxistin, ji 17'ê Kanûnê ve 14 kes li Strasbourgê di greva birçîbûnê de ne. Di metna hevpar de hate gotin, "Rêberê wan Abdullah Ocalan sê sal in nikare malbat û parêzerên xwe bibîne. Çalakgerên greva birçîbûnê dixwazin dawî li vê tecrîdê bê anîn û di navbera hikûmeta Tirk û Kurdan de pêvajoya danûstandinan ji nû ve dest pê bike.
 
Li Strasbourgê 14 milîtanên Kurd ên jin û mêr ji 17'ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ne. Jiyana wan jî di rewşeke metirsîdar de ye. Bêdengiya rêveberî û medya Fransa û Ewropayê ne ya qebûlkirinê ye. Dibe ku ji ber vê bêdengiyê çalakgerek an jî gelek çalakger jiyana xwe ji dest bidin. Em vê yekê qebûl nakin."
 
'Çalakgeran re hevdîtinê bikin' 
 
Di metnê de hate gotin, "Em bang dikin ku wijdan hişyar bibin" û ji hikûmeta Fransayê hate xwestin ku bi çalakgeran re hevdîtinê bike. Di metna bangawaziyê de hate gotin, "Ji bo azadiya me divê em ji Kurdên li eniyê re bibin alîkar û dengê wan bidin bihîstin. Em ji hikumeta Fransayê dixwazin ku li Strasbourgê bi çalakgeran re hevdîtinê bike."
 
'Çapemeniya Fransayê bê denge'
 
Bêdengiya medya Fransayê jî hate rexnekirin û hate gotin, "Em bang li medyayê dikin ku bêdeng nemîne, li ser çalakiyan (greva birçîbûnê) agahiyan belav bikin û daxwazên wan (ji civakê re) ragihînin." Her wiha bang li hêzên demokratîk ên li Fransayê hate kirin û hate gotin, "Em bang li demokratên Fransayê hemûyan dikin, ji bo dawî li vê xemsariyê bê anîn ku dikare rê li ber mirina çalakgeran veke, seferber bibin."
 
Di dawiya metna bangawaziyê de hate gotin, "Ji bo Fransa hişyar bibe ku welatekî mafên mirovan e, gelo divê çalakgerên li Strasbourgê bimirin?" û bang hate kirin ku dawî li bêdengiya li pêşberî berxwedana grevên birçîbûnê bê anîn.
 
Kesayetên ku mohra xwe danîne binê metna li rojnameya Humanite hate weşandin: Ariane Ascaride (Hunermenda sînemayê), Josiane Balasko (Derhêner, nivîskara senaryoyê), Rony Brauman (Doktor, Serokê berê yê Rêxistina Doktorên Sînornenas -MSF), Pierre Laurent (Senato, Sekreterê Giştî yê berê yê Partiya Komunîst a Fransayê), Gérard Mordillat (Romannivîs, sînemavan) Robin Renucci (Aktor-Derhêner).