Jinên Êzîdî yên Efrînê li Şehbayê Çarşema Nîsanê pîroz dikin
- 11:16 17 Nîsan 2019
- Rojane
ŞEHBA - Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Efrînê Ayşe Sîdo li ser cejna Çarşema Nîsanê axivî û got: "73 ferman li ser civaka Êzidî pêk hat, lê vala derket ji ber îradeya me ya xurt e, zehmetiyên ku civaka me dîtiye dîsa dev ji pîroz kirina Cejna Çarşema Nîsanê bernedan."
Bi boneya Cejna Çarşema Nîsanê Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Kantona Efrînê Ayşe Sîdo bi ajansa me re axivî û wiha got: "Cejna Çarşema Nîsanê ji civaka Êzidiyan gelek girîng e û di serî de cejna Rêber Abdullah Ocalan ya ku bi saya fikra wî em gihêştin azadiya xwe û em li hemû pekrewanên azadiyê pîroz dikin."
'Cejna Çarşema Nîsanê derketina xwezayê û biharê ye'
Ayşe di axaftina xwe de bal kişand li ser dîroka çarşema Nîsanê û wiha got: "Dîroka Çejna Çarşemê pir kevnare li gor civaka Êzidî bi ava kirina gerdûnê re dest pê dike û heya roja îro tê pîrozkirin. Wekî cejna derketina xwezayê û biharê tê naskirin. Di roja Çarşema Nîsanê hêkan renge rengî dikin weke rengên xwezayê, ji ber ku hêk dişibe teşeya gerdûnê, ji bo wê meha Nîsanê pir pîroze ji bo civaka Êzidiyan."
'Êzidî dev ji kevneşopiyên xwe bernadin'
Ayşe di axaftina xwe de bal kişand ser fermanên ku li hemberî civaka Êzidiyan pêk hatî û wiha got: "Her tim dijmin dixwaze civaka Êzîdî bihelîne û tune bike, ji ber ku civakeke pir kevnar û xwedî li kevnşopiyên xwe ye. 73 ferman li serê civaka Êzidî pêk hat, lê vala derket ji ber îradeya me xurte, ruxmî zor û zehmetiyên ku gel dîtine dîsa dev ji pîroz kirina Cejna Çarşema Nîsanê bernedan."
'Rêber Apo xwediyê mafê Êzidiyan derket'
Di berdewamiya axaftina xwe de Ayşe wiha got: "Piştî fikir û felsefeya Rêberê me Rêber Abdullah Ocalan ya ku xwedî li mafa civaka Êzidiyan derket, em gihiştin azadiya xwe û me bi gelê xwe re Çejna Çarşema Nîsanê pîroz kir."
'Efrîn di dilê me de tune nabe'
Ayşe bal kişand ser şerê Efrînê û wiha pê de çû: "Di şerê Efrînê de şerek hovane li hemberî gel hat meşandin, şerek pir dijwar bû. Dewleta Tirk xwest Gelê Kurd û bi taybet gelê Êzîdî tune bike, lê me 58 rojan li dijî dewletan berxweda. Niha li Şehbayê jî em berxwedaniya xwe berdewam dikin, em ji dijmin re dibêjin we cihên dîrokî li Efrînê winda kir, lê hûn nikarin di dilê me de winda bikin." Ayşe dawî li axaftina xwe anî û wiha got: "Em ê Cejna Çarşema Nîsanê bi rihê berxwedana serdemê pîroz bikin, em ê bi vê rihê jî Serok Apo ji zîndana azad bikin û bi hev re bijîn."