Blokên betonê yên li pêşiya şaredariyê rakirin

  • 10:37 17 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Hevşaredarên Farqînê yên dest bi peywirê kirin, di destpêkê de blokên betonê yên li pêşiya şaredariyê rakirin û hêsinên li dîwarên derdora şaredariyê hatibûn xistin jî, jê kirin.  
 
Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Navçeya Farqîn a Amedê Naşîde Toprak û Abbas Hîlmîgolû piştî mazbatên xwe ji Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê girtin, demildest dest bi peywira xwe kirin. Hevşaredaran di destpêkê, blokên betonê yên li pêşiya şaredariyê ku ji aliyê qeyûm ve hatibûn bi cihkirin rakirin. Piştî rakirina blokên betonê, hêsinên 5 metre bilind ên li dîwarên derdora şaredariyê ve hatibûn kirin jî, jê kirin.