Zarokên Hesekê bi mîhrîcaneke berhemên xwe yên salê nîşandan
- 10:29 17 Nîsan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Zarokên dibistanên kantona Hesekê bi mîhrîcanekê berhemên xwe yên sala xwendinê pêşkêş kirin.
Li dibistana Nizar Qebaniya taxa Miftîya kantona Hesekê mîhrîcana berhêmê ku bi destê şagirtên dibistanan hatîn amadekirin hatin pêşandan. Di mîhrîcanê de endamên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Saziya Malbatên Şehîdan (MSD), Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR), Tevgera Xwendekarên Demokratîk(TXD), malbatên xwendekaran, mamostayên wan û saziyên civakî jî amade bûn. Hemû xurfeyên dibistanê li gel hewşa wê bi berhemê keda destê zarokan hatibûn xemilandin. Zarokan kedek mezin dane û gelek berhemên bedew amade kirine.
Piştî rêzgirtinê ser navê Saziya Malbatên Şehîdan xwîşka Felek Hewasê ku jiyana xwe ji dest dayî Îman Hewas mîhrîcan li zarokan pîroz kir û wiha got: "Hêviyame ew e ku her şagirtek ji vê dibistanê bibe sembolek, bi zimanê dayikê, pênûsa xwe çavê dijmin birjînin."
Mamosta Şêrînjî bi nirxandinek kin xêr hatina mêvanan kir. Paşê zarokên dibistanê berhemên xwe yên weke şano, stran û dîlan pêşkêş kirin. Di mîhrîcanê de navê dibistanê hat guhertin. Dibistana ku berê bi navê Nizar Qebanî dihat nasîn, bi navê jina despêkê li Hesekê di êrîşên çeteyan de bi berxwedaniyek mezin şer kirî û jiyana xwe di berxwedanê de ji dest dayî Felek Îmanhat nav kirin. Despêkê deriyê dibistanê ji aliyê xwişka Felek He was Îman ve hat vekirin, êdî navê dibistanê Felek Îman wê berdewam bike.
Piştî guhertina navê dibistanê mîhrîcana zarokan bi dîlan û stranan bi dawî bû.