Ji dayika girtî bang: Em ê kengê dengê xwe bilind bikin
- 09:26 17 Nîsan 2019
- Rojane
Berîtan Canozer
AMED - Dayika girtiya bi navê Rozerîn Kurt, Remziye Kurd pirsa ‘Em ê kengê dengê xwe derbixin’ pirsî û got hikûmet bêdenge lê ew wek malbat wê bêdeng nemînin.
Rozerîn Kurt di 2015’an de li Bedlîsê dema zanîngeh dixwend hat binçavkirin û girtin. Ev 3 sal in di girtîgehê de ye. Rozerîn ya niha li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, ji 1’ê Adarê de li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di grevê de ye. Dayika wê Remziye Kurt bang li hikûmetê kir.
‘Bila zarokên me nemirin’
Remziye daxuyakirin ku zarokên wan ji bo daxwazek mafdar ketine grevê û wiha nêrînên xwe anîn ziman: "Em wek malbat li cem zarokên xwe ne. Bila kezeba tu dayîkan neşewite. Keça min jî naxwaze. Hevalên wê jî naxwazin. Ji ber vê hemû ketin grevê. Rozerîn 47 roj in di grevê de ye. Bi sedan girtî bi mehane di grevê de ne. Kezeba li ber devê me ye. Em naxwazin cenaze derkevin. Bila rêya Îmraliyê vebe. Bila zarokên me nemirin.”
Remziye destnîşan kir ku keça wê 9 sal ceza girtiye û wiha pê de çû: “Rewşa Girtiyan her diçe giran dibe. Rozerîn niha baş e. Girtiyek bi navê Besta heye. Ew 3 meh in di grevê de ye. Rewşa wê krîtîke. Nikare bimeşeye. Leyla Guven 161 roj in di grevê de ye. Hîna deng ji kesî derneketiye. Hikûmet bêdenge lê em vê qebûl nakin. Em desturê nadin vê. Ew tiştekî nakin lê em ê bikin.”
‘Zarokên me hatine ber mirinê’
Remziye di dawiya axaftina xwe de bang li hemû parêzvanên mafê mirovan û malbatan kir û wiha got: “Ne îro be, em ê kengê deng derxin? Zarokên me, Leyla hatine li ber mirinê. Em xwedî li zarokên xwe derneketin wê kî derkeve? Girtî dixwazin em deng bidin dengê wan.”