Li dijî krîzê hilberîna alternatîf

  • 09:23 17 Nîsan 2019
  • Rojane
WAN - Jinên ku bi derfetên xwe sera ava kirin bi hilberîna sebze û fêkiyan debara mala xwe dikin. 
 
Li navçeya Artemît a Wanê li taxa Suphanê jinan, li serayên ku ava kirine bi sebze û fêkiyên çandine debara xwe dikin. Azîze Bakir ya 4 sal in di seraya ava kiriye de çandiniyê dike, diyar kir ku şitlên ji tovên xwe digirin, li axê diçînin û wiha got: “Em gelek tovên sebzeyan diçînin. Îsot, balcan, zebeş, petêx, firingî û gelekê din jî dema şitlên wan derdikevin. Em li erdê li Erdîşê heyî diçînin. Em biwestin jî em bi kêyfxweşî  karê xwe dikin.”
 
‘Em li dijî krîzê li ser piyan disekinin’
 
Jina bi navê Haliye Koç jî daxuyakirin ku ji bilî hilberandinê riyek din a jinan tune û wiha dawî lê anî: “Em li dijî krîza aborî hilberîna alternatîf dikin. Em neçarin debara xwe bikin. Em li dijî vê krîzê dikarin çawa bisekinin. Em dikarin wisa têkoşîna jiyanê bidin. Seranserê zivistanê mirovên nikarin sebze bigirin hene. Em bi serayan pêşî li vê digirin. Em ji vê jî gelek kêfxweşin.”