Girtiyên li girtîgeha Amasyayê di hucreyê de tên girtin

  • 09:10 17 Nîsan 2019
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen, diyar kir ku girtiyên li girtîgeha Amasyayê yên di grevê de beyî refakat xistine hucreyê û vîtamînên wan nayên dayîn. Nurayê da zanîn ku rewşa wan bi rîske û divê demildest pêngav bên avêtin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongera Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 161’emîn de didome. Li hemû girtîgehan jî ji 1’ê Adarê şûnde bi hezaran girtî ketin grevê. Piştî grevan li ser girtiyan jî zext zêde bûn. Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen binpêkirinên mafan yên pêvajoya dawî nirxand.
 
‘Pisgirêkên tenduristiyê didomin’
 
Nuray bi lêv kir ku li girtîgehên Anatolya Navîn ji 26’ê Kanûnê şûnde grevên birçîbûnê yên bêdem û dorneveger hatine destpêkirin û di roja 113’ê de ye û wiha got: “Girtîgeha jinan a Sîncanê ya di koma ewil de cih digire ye. Li vir bi grevê re pisgirêkên tenduristiyê jî domin. Girtiyan 14-12 kîlo dane. Li ser girtiyên di grevê de zext zêde bûne. Her wiha li gelek girtîgehan vîtamînên pêwist nadin girtiyan. Li Amasyayê grev ji 1’ê Adarê de dest pê kiriye. Vîtamînên wan nehatine dayîn, alavên paqijiyê nedane wan û sabuna ron têrî wan nake. Hemû di hucreyên yek kesî de tên girtin. Hewlesta midûrê girtîgehê negatîf bû. Refakatê wan tunebûn. Rewşa tenduristiya wan her diçe xera dibe. Ligel nedayîna vîtamînan cezayên dîsîplînê tên dayîn. Radyo, televîzyon û rojname nayên dayîn.”
 
‘Jiyana wan di rîskê de ye’
 
Nuray diyar kir ku hîna ku grev nehatine asteke xerab divê demildest pêngav bê avêtin û wiha axivî: "Girtiyên 100 roj li pey xwe hiştine hene. Niha girtî rîska jiyanê re rû bi rû ne. Divê demildest pêngav bêavêtin. Divê daxwaz demildest bên cih.”