Evîn Kaya ya di greva birçîbûnê de: Em ê her helbesta têkoşînê binivîsin
- 09:07 17 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Evîn Kaya ya ku ev 122 roj in di greva birçîbûnê de ye derbarê têkoşîna çalakgerên di greva birçîbûnê de ne helbestek nivîsand. Her wiha Evînê diyar kir ku ew ê heta dawiyê li berxwe bidin û wiha got:"Çi dibe bila bibe em ê çalakiya xwe bidomînin. Em bi biryar û bi moral in. Em jiyana xwe ji dest bidin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê her helbesta têkoşînê binivîsin."
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ket roja 161'an. Li hemû girtîgehan piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê zêde bûn. Bi armanca piştigiriya daxwaza Leyla Guven Evin Kaya ya ku di Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Amedê girtiye di 16'ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê kir. Evîn a ku ev 122 roj in di greva birçîbûnê de ye derbarê têkoşîna grevên birçîbûnê helbestek nivîsand. Evînê di helbesta ku nivîsandiye têkoşîn û berxwedan derxistiye pêş. Her wiha Evînê diyar kir ku ew ji bo aştî û azadiyê ketine greva birçîbûnê û wiha got:"Em bawer dikin ku ev kaosa ku sîstem ava dike dê hêz û îradeya gel bi dawî bibe û em ê bigihêjin armanca xwe."
'Me tu carî hêviya xwe winda nekir'
Evînê bi lêv kir ku ji bo mirova li ser lingan bisekine têkoşîn xalek girîng e û wiha got:"Me tu carî hêviya xwe winda nekir. Li derve jî li hundur jî her dem me li berxwe da û ew ê berxwedana me heta dawiyê bidome. Me bedena xwe daye ber birçîbûnê ji bo em azadiya xwe bi dest bixin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe û aramî pêk were."
'Em ê her helbesta têkoşînê binivîsin'
Evînê da zanîn ku tu hêz nikare wan ji biryara wan vegerîne û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Çi dibe bila bibe em ê çalakiya xwe bidomînin. Em bi biryar û bi moral in. Em jiyana xwe ji dest bidin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê her helbesta têkoşînê binivîsin. Em bawer dikin ku ev kaosa ku sîstem ava dike dê hêz û îradeya gel bi dawî bibe û em ê bigihêjin armanca xwe."
Helbesta ku ji aliyê Evîn Kaya ve hatiye nivîsandin wiha ye:
Rast e,
bi hezaran bedenên zarokên vî gelî
kêlî bi kêlî dihelin.
Lê belê çiqas bedenên me bihelin jî
em bedana xwe dîyarî gelê xwe dikin,
Divê gelê me xwedî li vê dîyarîya pîroz derkeve.