ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2019'AN
- 09:00 17 Nîsan 2019
- Rojev
*Endama Koordînasyona Kongra Star Evîn Paşo derbarê êrîş û tundiya li ser jinê de anî ziman ku jin her di bin adetên civakê de tên çewisandin û wiha got:"Her jinek tê qetilkirin parçeyek ji canê me winda dibe. Divê em hemû civak bibin yek û li dijî tundî û qirkirina li ser jinê derkevin. Heger em wiha nekin dê ev yek ji bo siberoja civakê xeter be." DÎMEN HEYE
*Gelek kulîlk bi îrade û têkoşîna xwe di dilê kevir de xwe dide jiyîn. Şev û roj di nava liv û tevgerê de ne, ji bo ku bigihêje armanca xwe. Armanca wan jiyan e. Têkoşîna jiyanê didin. Gelê Kurd jî di nava kevirekî de serî hildide û têkoşîna bi salan dide. JI PÊNÛSA JINAN
*Evîn Kaya ya ku ev 122 roj in di greva birçîbûnê de ye derbarê têkoşîna çalakgerên di greva birçîbûnê de ne helbestek nivîsand. Her wiha Evînê diyar kir ku ew ê heta dawiyê li berxwe bidin û wiha got:"Çi dibe bila bibe em ê çalakiya xwe bidomînin. Em bi biryar û bi moral in. Em jiyana xwe ji dest bidin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê her helbesta têkoşînê binivîsin."
*Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen, diyar kir ku girtiyên li girtîgeha Amasyayê yên di grevê de beyî refakat xistine hucreyê û vîtamînên wan nayên dayîn. Nurayê da zanîn ku rewşa wan bi rîske û divê demildest pêngav bên avêtin. DÎMEN HEYE
*Seroka Odeya Mîmarên Enqereyê Tezcan Candan Karankuş ji bo texrîbatên 25 salan yên şaredariyên AKP’ê pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kir û got ji nasnameya Enqereyê heta logoya wê guherînek nû pêk bê û divê birînên Enqereyê bi hev re bikewînin.
*Dayika girtiya bi navê Rozerîn Kurt, Remziye Kurd pirsa ‘Em ê kengê dengê xwe derbixin’ pirsî û got hikûmet bêdenge lê ew wek malbat wê bêdeng nemînin. DÎMEN HEYE
*Jinên Wanê ku bi derfetên xwe sera ava kirin bi hilberîna sebze û fêkiyan debara mala xwe dikin. DÎMEN HEYE
*Seroka SES a Wanê Fatma Arslan diyar kir ku li Wanê ji ber kêmasiya doktoran pisgirêkên mezin tên jiyîn û jin xizmeteke baş nikarin bigirin.
*Li navçeya Qosera Mêrdînê di 2’yê Çileya 2016’an de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” derbarê Hevşaredarên Qoserê Leyla Salman, Îsmaîl Asî û 5 kesên ku bi wan re tên darizandin de doza hat vekirin, 12'emîn rûniştina dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bêdîtin.(14.00)
*Hevşaredarên HDP'ê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, li avahiya şaredariyê civîna meclîsê dê li dar bixe. (14.00)