Komuna Jinan a Warşînê kongreya xwe pêk anî
- 16:53 16 Nîsan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komuna Jinan a Warşîn a li herêma Gavleborg a Swêdê xebatên xwe dikirin, bi kongreyekê rêveberiya xwe ya nû hilbijart.
Kongre bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên şoreşê li bajarê Gavle dest pê kir. Hevberdevka Komuna Warşîn Evîn Ay a delege silav kirin, diyar kir ku di dema nû de erk û mîsyonên mezin dikevin ser milê jinan.
Evîn da xuyakirin ku ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ve dest pê kirine. Evîn anî ziman ku divê di serî de jinên Kurd û dostên wan xwedî li berxwedêrên grevan derbikevin. Evîn diyar kir ku di demên dîrokî de li Tirkiye û Kurdistanê erkên mezin dikevin li ser milê jinan û banga xurtkirina têkoşînê kir.
Nûnera Partiya Çep parêzer Latta Lagnender jî diyar kir ku têkoşîna Gelê Kurd û jinan ji nêz ve dişopînin û ji wan îlhamê digirin û wiha axivî: "Em piştgiriyê didin grevên birçîbûnê û wê piştevaniya wan a bi Gelê Kurd re bidome."
Her wiha di kongreyê de sedemên pirsgirêkên civakî û koçberiyê vedikin hatin nirxandin. Biryar hat girtin ku ji bo ciwanên li Swêd û Ewropayê fêrî kiryarên xirab nebin, wê giranî bidin ser perwerde, çand û rêxistinkirina ciwanan. Rapora xebatê ya salekê hatibû amadekirin hate xwendin û piştî nirxandinan derbasî hilbijartinê bûn.
Kongre diyarî Leyla Guven û berxwedêrên din ên di grevê de ne hate kirin. Ji bo Komîsyona Rêxistinkirin û Têkiliyên bi Gel re, Komîsyona Têkiliyên Karê Derve, Komîsyona Rojava, Komîsyona Dayikên Aştiyê û Komîsyona Ciwanan endam hatin hilbijartin.
Mûazzez Batte, Makbûle Çolak û Nadîa Malla ji bo berdevkiya Komîna Jinan a Warşîn hatin hilbijartin.