Şêniyên Amûdê ji bo Leyla derketin qadan
- 16:10 16 Nîsan 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Di pêşengtiya Kongreya Star û PYD'ê de şêniyên navçeya Amûdê bi dirûşmeya "Tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin, bi Rêber Apo re azad bijîn", bi meşekê piştevaniya xwe ji çalakiya Leyla Guven re nîşan dan.
Îro bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Qamişloyê di pêşengtiya Rêxstina Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) meşek bi armanca piştevaniya çalakvanên gereva birçbîbûnê ya di pêşengtiya Leyla Guven di roja 160'an de didome, li dar xistin. Di meşê de bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Leyla Guven, alên Kongreya Star, YPJ/YPG'ê hatin hilgirtin.
Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Şehîd Cîhad veguherî mîtingê. Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Rêveberiya Kongreya Star Şêrîn Hesen axivî, Şêrînê li ser navê tevahî jinan berxwedana Leyla û rêhevalên wê silav kir û diyar kir ku ew ê heta azadiya Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bi berxwedana zîndanan re bikin yek.
Di dawiyê de jî dirûşmên 'Bijî berxwedana Leyla, bijî berxwedana zindanan, Azadî ji bo Rêber Apo' hatin berzekirin.