Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê li Qamişloyê meş hat lidarxistin B
- 15:59 16 Nîsan 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Li herêma Cizîrê ji bo çalakvanên greva birçîbûnê û ji bo hilbijartinên Bakurê Kurdistanê meş hat lidarxistin.
Bi armanca piştevaniya çalakvanên greva birçîbûnê û hilbijartinên Bakûrê Kurdistanê di pêşengtiya Şaredariya Herêma Cizîrê meşek li dar xistin. Bi tevlîbûna bi hezaran gelê herêmê, sazî û dezgehên sivîl û rêveberiya xweser a demokratîk, tevahî endamên şaredariyên Herêma Cizîrê amade bûn. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Bijî Berxwedana Zîndanan","Dest dirêjiya faşîzma Erdogan tu carî nikare vîna gel bişkîne","Bi tekoşîna li dijî faşîzmê em li vîna xwe xwedî derkevin", " Na ji faşîzmê re", " Bijî Serok Apo" û "Berxwedan jiyan e" hatin hilgirtin.
Meş ji pêşiya akademiya şaredariyan dest pê kir û heta Şaredariya Rojhilata Qamişloyê veguherî mîtîngê. Paşê ji aliyê Cîgira Hevseroka Desteya Şaredariyê Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Têkoşîn û berxwedan her ku diçe weke pêlê behrekê di her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê belav dibe. Hemû cîhan dizane ku di pêşengtiya jinê de li beramberî terorîzma DAIŞ'ê berxwedanek bê hempa da û bi serket, her wiha berdêlên mezin hatin dayîn. Li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi qehremaniyek mezin bi ser ket. Di Rojhilata Navîn de ala serkeftinê bilind kir û bû hêviya gelan.
Bi berxwedaniya zindanan faşîzmê têk bibin
Rêber Apo 20 sal in berxwedanek bê hempa di zindana Îmraliyê de li beramberî faşîzma Erdogan daye meşandin. Bi Mazlûm, Xeyrî, Kemal û Sakineyan em bi ser ketine. Îro jî bi pêşengtiya Leylayan, Nasiran û rêhevalên zindanan wê faşîzmê bişkînin, vîna gel bi ser bikeve û bi Rêber Apo re azad bijîn.
Gel ji desthilatdariya Erdogan re êdî got na
Weke tê zanîn di 31'ê Adarê de li beramberî hemû astengiyan gel xwedî li îradeya xwe derket û ji desthilatdariya Erdogan re gotin na, berxwedana zindanan û hemû hevalên di greva birçîbûnê de berdewam dibe. Erdogan weke gurekî dev bi xwîn bê rêzdarî nêzî vîna gel bû û carek din dest danî ser şaredariyan û mêzîna komîteya hilbijartinê ya bilind şikand.
Îradeya gel wê bi ser bikeve, faşîzma Erdogan wê bi binkeve
Em weke şaredariya Rêveberiya xweser ya herêma Cizîrê banga komiteya hilbijartiyê ya bilind dikin bila xwediyê li erkê xwe derkeve û destê xwe yê qirêj ji ser vîna gel rake. Gel li Bakurê Kurdistanê tevahiya Tirkiyeyê helwestê xwe di hilbijartinan de diyar kir û faşîzma Erdogan re gotin na. Carek din banga me ji komiteya hilbijartinê ya bilind re destê xwe li ser vîna gel rake û rêzdar be. Çi dibe bila bibe îradeya gel bi ser ket, faşîzma Erdogan bi bin ket."
Di dawiyê de jî dirûşmeyên 'Bijî berxwedana zindanan', 'Bijî berxwedana Leyla Guven' hatin berzkirin.