Rêxistina Rojava amûrên paqijiyê li 130 zarokên Efrînê belav kir

  • 15:37 16 Nîsan 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Îro Rêxistina Rojava ya Alîkarî û Pêşxistinê amûrên paqijiyê li zarokên Efrînê belav kir.
 
Ji salekê zêdetir piştî ku dewleta Tirk û komê girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin, gelê Efrînê bi darê zorê ji Efrînê hatin koçkirin. Hin malbat ji gelê Efrînê li Gundê Til Nesrî ya girêdayî Navçeya Til Temir a Kantona Hesekê, bi cih bûn. Li gund dibistanek ji zarokan re vekirin da ku xwendina xwe ya ku jê bêpar man, dewam bikin û bi zimanê xweyî dayîkê bixwînin. 
 
Ji ber ku gundê Til Nesrî nêzî Çemê Xabûrê ye û gelek nexweşî derdikevin, îro Rêxistina Rojava ya Alîkarî û Pêşxistinê amûrên paqijiyê mîna şampuan, şeh û biroşûrên zarokan ku çawa xwe ji nexweşiyan biparêzin û riyên çareseriyê dane pêş xwe, li wan belav kir. 
 
Endama Rêxistina Rojava ya alîkariyê Merdiya Sulêman derbarê alîkariyê de ev yek anî ziman: "Mirov çiqasî bêje jî nikare berxwedana gelê Efrînê rave bike. Em nahêlin ku gelê me yê Efrînê hîs bike ku ew ji welatê xwe dûr in, bi hemû derfetên xwe alîkariyê ji wan re pêşkêş dikin. Her heyv em alîkariyên cuda ji wan re pêşkêş dikin. Vê heyvê jî ji bo parastina wan ji nexweşiyan, me li 130 zarokan şampuan û amûrên paqijiyê belav kir."
 
Merdiyayê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ew jî destekê bidin gelê Efrînê û alîkariya wan bê kirin û erka xwe ya mirovî pêk bînin.