Malbatên li ber girtîgeha Gebzeyê: Em ji jiyana zarokên xwe bi fikarin
- 15:10 16 Nîsan 2019
- Rojane
STENBOL - Malbatên ku li Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê serdana xizmên xwe kirin, piştî serdanê di daxuyaniya ku dan de wiha gotin: "Em ji jiyana zarokên xwe bi fikar in."
Çalakiya nobetê ya ku ya malbatên girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di 9'ê Nîsanê de dan destpêkirin di roja 7'emîn de berdewam dike. Malbatên ku ji bajarên cuda cuda hatin ber girtîgehê îro bi girtiyan re hevdîtin kirin.
'Em naxwazin mirin pêk bê'
Dayika Ozlem Soyler ku 120 roj e li Girtiyîgeha Gebzeyê di grevê de ye Hatîce Soyler, diyar kir ku ew ji Îzmîrê hatiye. Hatîce wiha got: "Ez îro çûm hevdîtinê. Keça min got 'rewşa min baş e'. Lê em ji jiyana zarokên xwe bi fikar in. Em dema diçin hevîdtinê dibînin ku zarokên me wekî îskelet li ber çavên me disekinin. Grev hatine asta dawî. Kesên ku vê çalakiyê li dar dixin hemû zarokên me ne. Em naxwazin ku mirin pêk bê. Glek hevalan dawî li jiyana xwe anî. Em jî ji jiyana zarokên xwe bi fikar in."
Hatîce got ku tişta li wan tê kirin zilm û wiha dawî li axafitna xwe anî: "Ez bang her kesî dikim ku hestiyar tevbigerin. Divê em derkevin qand û çi ji destê me bê em bikin. Bila tenê ne medyaya me hemû meda hestiyar tevbigere."
'Zarokên me li ber çavên me dihelin'
Dayika Ebru Dogu ku 47 roj e di grevê de ye Sevgul Dogu jî diyar kir ku ew ji Enqeryê hatiye û derbarê keça xwe de ev agahî dan: "Min îro bi keça xwe re hevdîtin kir. Ez bang li hemû dayikan dikim. Bila dengê me bibihîzin û bila gelê me ranezê. Tişta pêwist bila bê kirin. Bila êdî êşa dilê dayikan bi dawî bibe. Dilê me diêşe kezeba me dişewite. Zarokên me li ber çavên me dihelin. Bila dengê me bibihîzin.Bila bi taybetî dayik dengê me bibihîzin û piştgiriyê bi me din."
'Hemû zarokên min in'
Dayika Asliçalihan a Girtî Zeynep Çalihan got ku ew ji Stenbolê tên û bal kişand ser rewşa keça xwe ya din Hatîce Çalihan ku li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Zeynep wiha got: "Hemû zarokên me ne . Ez îro hatim Gebzeyê, çûm hevdîtina keça xwe. Moralê wan baş bû.Em naxwazin zarokên me bimirin."
Malbatan piştre li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.