Orîvan Menan: Em parçebûnê napejirînin

  • 14:28 16 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Endama Kongreya Star a Efrînê Orîvan Menan diyar kir ku Efrîn perçeyeke ji Sûriyê ye û wiha got: " Niha dixwazin Efrînê bikin parçeyekî Tirkiyeyê lê em vê perçebûnê napejrînin. Her wiha em ji bêdengiya dewleta Sûriyê re matmayî ne."
 
Kongera Star a Efrînê, bi tevlîbûna bi sedan jinan li kampê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star a Efrînê Orîvan Menan ve hat xwendin.
 
Orîvan di daxuyaniyê de qala Efrînê hat kir û wiha hat got: "Efrîn hat dagirkirin û hat talan kirin. Bi dagirkirina Efrînê re faşîzim û hovîtî gihişt asta herî jor. Bi hevkariya Rûsyayê pêk hat. Zext û zordariya li hemberî şêniyên Efrînê didomin. Çeteyan malbatên xwe li Efrînê bi cih kir û xwest demografiyê biguherîne. Her wiha şêniyên li Efrînê jî neçar ma ku ji axa xwe dûr ketin û koçber bûn. Dijmin ji bo bighije armanca xwe kiryarên herî xirab û propagandayê herî xirab pêk tînin û di nava civakê de belavdikin. Ev tişt bi lihevkirina dewletên hegomanîk pêk tê. Armanc dikin ku li hemberê Gelê Kurd bisekinin û êrîşên xwe bidomînin. Tê xwestin ku Efrînê bikin wekî Iskenderon û parçayek axa xwe. Bi wêrankirina gundan dixwazin Efrînê bikin parçeyeke ji Tirkyê ye."
 
'Efrîn Perçeyek ji Sûriyê ye'
 
Orîvan Menan di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku Efrîn perçeyeke ji Sûriyê ye û wiha dom kir: "Em jî vê parçebûnê napejirînin. Her wiha em ji bêdengiya dewleta Sûriyê re matmayî ne. Ji ber ku gel li ser axa Sûriyê berxwedaniyê dimeşînin û bi taybetî jî îro li Şehbayê. Tekoşîna gel ya sereke tê diyar kirin û şervanên azadiyê di çeperên şer de lehengiyê bi xwîna xwe dinivisînin."
 
Orîvan wiha bi dawî daxuyaniyê anî: "Em wekî jinên Efrînê xwîna pîroz bi xeleka berxwedaniyê li derdora wan govend digirin bi îrade û îsrareke mezin jî wê serkeftinê misoger be. Ji ber vê yekê banga me ji dewletên Navnetewî û Sûriyê re heye, divê bi erka xwe ya mirovatiyê pêk bînin. Bi exlaqî rabin û bi wijdanî tevbigerin. Her wiha kiryarên dewleta Tirk bi dawî bikin û jê re bêjin êdî bes e."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Efrînê, Bijî berxweda Serdemê" bi dawî bû.