'Divê hemû jin ji zindana malê derkevin'

  • 14:25 16 Nîsan 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Kongra Star a Hesekê dewreyek perwerde ya li ser zayenda civakî li Taxa Xwêran daye destpêkirin.
 
Li navenda Kongra Star a navçeya bakurê taxa Xwêran a bajarê Hesekê, girêdayî zayendiya civakî dewreyek perwerdeyê hat destpêkirin. Dewre ya ku dê hefteyekê berdewam bike bi navê Ş. Bêrîtan Gabar hatiye vekirin. Ji navçeyên Mexrûm, Girê Mejdel û xebatkarên Şaredariya Taxa Xwêran, PYD'ê û saziyên civakî bi tevahî 15 jin tevlî bûne.
 
Rêvebera Kongreya Star Cîhan Şindî di derbarê perwerdeyê de ev agahî da: "Ev perwerdeya ku bi navê Ş.Bêrîtan dest pê kiriye û bi dehan jin bêşdar bûne armanca me jê ev e ku jin rastiya xwe bizane."
 
Cîhan di berdewamiya axaftina xwe de balkişand li ser girîngiya perwerdeyê û wiha axivî: "Jin ji beriya 5 hezar sal heya roja îro di bin zilm û îşkenceya mêr de dijî, ji ber vê yekê em hewl didin ku di riya perwerdeyên xweser de rastiya wan bi wan bidin nasîn."
 
Cîhan di dawiyê de bang li hemû jinan kir ku ji zindana malê derkevin binêrin derve jiyan heye û ev tişt anî ziman: "Bila hemû jin ji zindana malê derkevin û mafên wan ên ku hatiye binpêkirin bi dest bixin."