Serdana gel a Şaredariya Nisêbînê didome

  • 13:36 16 Nîsan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Eleqeya Gel a li hemberî Şaredariya Nisêbînê ku duh Hevşaredarên wê yên HDP'yî mazbatayên xwe gitin berdewam dike. 
 
Li Şaredariya Nisêbînê ku bi dengên ji sedî 77 ji qeyûm hat girtin hevşaredar Semîre Nergiz û Ferhat Kut  duh mazbatayên xwe gitin û bi meşkeke tevli girseya gel ketin şaredariyê. Eleqeyqa gel a li hemer hevşaredaran îro jî berdewam kir û bi sendan kes ji bo pîrozbahiyê çûn şaredariyê.  
 
Hevşaredarên ku sipasiya gelê ji bo pîrozbahiyê hat kirin, bi welatiyan re wêne gitin.