Parêzerên Ocalan cara 807’an serlêdan kirin
- 12:37 16 Nîsan 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin cara 807’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu, Mazlum Dînç û Raziye Turgut ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 807’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hêcetên cuda nikarin li gel Ocalan hevdîtinê pêk bînin.