Ji Leyla Xalit ji bo Abdullah Ocalan: Ji Fîllistînê heta Amedê piştevanên te hene
- 11:50 16 Nîsan 2019
- Rojane
Rengîn Azîzoglu
AMED - Endama Polît Buroya FHKC'ê Leyla Xalid, di peyama ku ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şand de got; "Bi hêz be gelê te têkoşîna xwe didomîne û ji Filstînê hat Amedê piştevanên te hene."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Pariya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehê dabû destpêkirin di roja 160'emîn de li malawê berdewam dike. Bi heman daxwazê di pêşengiya Leylayê de li gelek deveran û li girtîgehan çalakiya grevê hat destpêkirin. Herwiha li girtîghan çalakiya ku hat destpêkirin ji 1'ê Adarê ve li hemû girtîgehan belava bû.
Yek ji kesên navdar Endama Polîtburo ya Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê (FHKC) Leyla Xalid piştî ku bi Leyla Guven re hevdîtin kir ji ajansa me re axivî.
Leyla Xalid di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser greva birçûbûnê ya li Filstînê û wiha got: "Li girtîgehan pirsgirêka mafên mirovan heye. Lê şertên ku mirova xwe azad hîs bikin jî hene. Ev jî mafê ragihandinê, mafê têkilîdanîna bi malbatê re, yê parastina tendirustiyê û madê xwegîhandina rojname kovar û hwkd. e. Ev mafên bingehîn ên mirovî ne. Lê derbarê xwegîhandina van mafan de pirsgirêk heye. Rêveberên girtîgehên Filistînê ji bombeyên gazê bigire heta bi mudaxeleya bi çekê li dijî girtiyan pêk tînin. Disa gitiyên li girtîgehan tên sirgûnkirin. Wekî li vêderê li Filistînê jî li dijî girtiyan tecrîd heye. Greva birçûbûnê li Filistînê bi 400 kesî tedst pê kir lê her roj ev hejmar zêde dibe. Ger wiha berdewam bike wê çalakî li tevahiya girtîgehan belav bibe.
'Pêşengên şoreşê jin in'
Leyla Xalid di berdewamiya axaftina xwe de şoreşa di pêşengiya jinê de bi bîr xist û ev tişt got: "Wekî vêderê li Filistînê jî pêşketin di pêşengiya jinê de tê kirin. Jin jiyanê diaftînin, Ji ber vê jî herî zêde jin jiyanê diparêzin. Hem li Filistînê û hem jî li vêderê jinên ku di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest didin hene. Di heman demê de dayikên li hêviya zarokên xwe yên li girtîgehan û dayikên di girtîgehan de hene. Li herdû herêman jî pirgirêkên jinan heman pirsgirêk in. Bi tecrîdê re dixwazin dest daynin ser îradeya kesan. Lê bila baş bizanibin bi van pêkanînan tu kes nikare dest dayne ser îradeya gelan û jinan. Gireva birçûbûnê ji bo girtiyên di gertîgehan de rêbaza berxwedanê ya herî dawî ye û di heman demê de rêbaza herî zahmet e."
'Bi grevava birçîbûnê li ber xwe didin'
Leyla Xalid di axaftina xwe de bal kişand ser greva birçîbûnê û bêdengiya raya giştî wiha got: "Girtiyên siyasî bi greva birçîbûnê li hemberî zext û zordariyan li berxwe didin. Dema ku dest bi grevê dikin êdî her tişt di destê berxwedêran de ye. Dikarin lihevbên û dikarin heta daxwazên van bi cih bên berxwedana xwe bidomînin. Leyla Guven li dijî tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan dest bi grevê kir, daxwaza Leylayê daxwazeke meşrû ye. Berxwedana Leylayê û her wiha çalakiya girseyan dê hikûmetê bixe nava hewldanan. Mirovatî wekî kor û ker re. Lê gelek cih hene ku mirov xwe birêxistin bike û têkoşîna xwe bilind bike. Bi riya medyaya civakî mirov dikare dengê xwe bighînê hemû cîhanê. Min Leyla dît, min dît ku xwe bi bawer e û bi hêztir re. Leyla bi helwest û sekna xwe her tim alîgire berxwedanê ye. Leyla şervaneke azadiyeyê. Ez hêvî dikim ku di demek nêz de girtiyên siyasî jî bighijîn armanca xwe."
'Em birêz Ocalan ji demên borî nas dikin'
Endam Polîtburoya Eniya Rizgariya Gel a Filîstînê (FHKC) Leyla Xalîd qala Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em Birêz Ocalan di demên borî de jî nas dikin. Em wan wekî şervanên azadiyê dinasin. Şervanên azadiyê li dijî pergalê têdikoşin. Ji ber vê sedemê em hevparin. Ji ber ku em jî li dijî heman pergalê têdikoşin. Hikûmet li gorî xwe tev digere û em jî li dijî pergala hikûmetan li berxwedidin. Ev têkoşîna me ye û em azad in. Em bi xwe biryar didin ku em ê alîgirên kê bibin. Tecrîd rêbazeke hovane ye. Tecrîd ji hêl dijminan ve tê birêvebirin û ji ber vê sedemê jî mirov dikare bi berxwedanê li dijî tecrîdê derkeve. Hikûmet neçare ku gavek biavêje, ji ber ku di nava raya giştî û navneteweyî de êdî hikûmet teşhîr bûye. Ez dixwazim Birêz Ocalan re peyamek bişînim û dibêjim ku bi hêztir be û têkoşîna Gelê Kurd hêj didome. Ji Fîlîstînê heta Amedê piştevanên te hene."
Leyla wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bang li jinan dikim, rola xwe bilizîn ji ber ku mêr bi tena serê xwe nikarin di têkoşînê de bi ser kevin. Di vî şerî de divê em bi hev re têbikoşin û berxwe bidin."