Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê mazbata xwe girtin
- 10:08 16 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê yên HDP’î Adnan Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik, ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajar mazbata xwe girtin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê yên HDP’î Adnan Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik, ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajar mazbata xwe girtin. Piştî Hevşaredaran mazbata xwe girtin, li gel parlamenter û rêveberên HDP'ê li pêş Edliyeya Amedê daxuyani dan çapemeniyê. Selçûk li vir axaftinek kurd kir û wiha got: "Dereng be jî me mazbata xwe girt. Piştî rejîma Qeyûm di roja hilbiratinê de gel mazbata da me. Niha em di bin baranê de vê daxuyaniyê didin. Bila dipolên barana li ser serê me dipare bibe aştî. Me roja ewil mazbata xwe ji gel girt."
Selçûk di axaftina xwe de bal kişand ser greva birçîbûnê û wiha axivî: "Îro 160 rojin Leyla Guven li dijî tecrîdê di grevê de ye. Bi hezaran girtî li girtîgehan di greva birçîbûnê de ye. Em hevî dikin ku ev daxwaza wan rê li pêş aştiyê veke. Tecrîd li dijî mirovahî û hiqûqê ye. Em hevî dikin ku êdî ev pêvajo bibe destpêka aştiyek mayinde."