Hîcran Uzun: Li girtîgehan biryarbûn û baweriyek mezin heye
- 09:06 16 Nîsan 2019
- Rojane
Safiye Algaş
STENBOL - Rojnameger Hîcran Uzun ya ji girtîgeha Bakirkoy a Jinan tahliye bû, diyar kir ku girtiyên bi biryar û baweriyek mezin çalakiya xwe dimeşînin rastî zextên psîkolojîk tên û got girtî ji derve jî heman bawerî û biryarê dipên.
Der barê 14 xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya hat girtin de bi îdiayên ‘endamên rêxistinê’, ‘ weşana rêxistinê kirin’, ‘propanganda rêxistinê kirin’ doz hat vekirin û 5 jê girtî 14 xebatkar di çarçoveya dozê de di 14’ê Nîsanê de cara 4’emîn derketin pêşberî dadger. Rojnameger Îshak Yasul û Hîcran Uzun bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Hîcran di 10’ê Nîsana 2018’an de hat girtin û birin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Hîcran piştî hat berdan der barê grevan de axivî.
‘Her carê vîtamînên cuda anî’
Hîcranê wiha got: “Li Bakirkoyê hevalên roja 100’î a grevê li pey xwe hiştine hene. Rewşa Belgîn Kanat krîtîk e û daketiye bin 40 kîloyî. Girtiyên din jî pisgirêkên tenduristiyê dijîn. Di koma dawî de hevalên ketine bin 40 kîloyî hene. Leyla Akgul a di 1’ê Adarê de ketiye grevê jî ketiye bin 40 kîloyî. Esma Başkale, Belgîn Kanat,Reyhan Coşmuşlu û Zozan Kutum yên koma ewil in. Pirsgirêkên xewê dijîn, êşa hestiyan dijîn. Di alî dayîna vîtamînan de pisgirêk tên jiyîn. Her carê vîtamînên cuda tên dayîn. Carna ev vîtamîn bandorên cuda dikin.”
‘Li girtîgehê girtina rojnivîskê qedexeye’
Hîcranê destnîşan kir ku piştî grevan mafên ragîhandinê hatine astengkirin, rojnameya Yenî Yaşam hatiye qedexekirin, rojane komvar û rojname tên kontrolkirin, bi hinceta bi gumanin nayên dayîn û got: “ Lênûskên me tên desteserkirin. Li girtîgehê rojnivîsk jî hatiye qedexekirin. Koxuş her tim tên lêgerînkirin. Carna serdanên midûr çêdibin. Ji bo dest ji grevan bên berdan axaftinan dikin. Polîtîkayek taybet tê şopandin. Wekê ku me difikirin, tevdigerin. Pirsgirêkên tenduristiyê yên tên jiyîn, derxistin pêş. Lê armanca van mirovan heye. Ger bixwazin ji van kesan re bibin alîkar divê daxwazên wan qebûl bikin.”
'Ev daxwaz daxwazên ku dikarin faşîzmê bişkînin'
Hîcranê bi lêv kir ku çalakger gelek bi biryarin û heta daxwazên wan neyên cih wê dest ji grevan bernedin û wiha got: “Bi baweriyek mezin dest bi çalakiyê kirin. Heman biryarê ji yên derve jî dipên. Ji bo di civakê de dînamîkek bê afirandin, hevalên girtîgehê pêşengî kirin. Divê ev baş bê fêmkirin. Ev ne tenê pirsgirêka girtîgehan e. Divê her kes xwedî li van daxwazan derkevin. Girtiyên di grevê de ji Leyla Guven re silav şandin. Pir silavên wan hebûn. Ji ber bi Leylayê re ketine vê rê gelek kêfxweşin. Ji civakê bendewariyên wan bilindin. Ji ber têkoşînek hatiye destpêkirin heye. Bêdengiya li derve, bêdengiya desthilatdariyê jî xwedî dike. Yanî bêdengiya desthilatdariyê jî ji bêdengiya rayagiştî pêk tê.”