ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2019'AN

  • 09:00 16 Nîsan 2019
  • Rojev
* Nanpêja ku ji aliyê sê jinan ve hat vekirin û navê wê kirin ‘Hanimelî’ li bajar eleqeyek mezin dibîne. Jinan balkişandin ser girîngiya ku jin li ser piyên xwe bisekinin û wiha gotin: “Piranî nanpêj ji aliyê mêran ve tên şuxulandin. Lê di karên wisa de jin paqijtir dixebitin.”
DÎMEN HEYE
 
*Rahşan Aydinê ku 122 roj in li girtîgeha Şakranê di grevê de ye û beyî refekata wê hebe xistine hucreyê, bi hevkariya malbatê peyamek şand û wiha got: “Hûn di rewşeke xerabtir de nin, di esasê de hûn li xwe baldar bin, em berxwe didin, lê hûn berxwe nadin.”
DÎMEN HEYE
 
*Li gundê Erbete yê navçeya Dêrîka Mêrdînê, hat îdîakirin ku mêrê bi navê Eyyup Savucu keça xwe ya 13 salî wê bi kesê bi navê Orhan Savucu re bizewicîne.  
 
*Rojnameger Hîcran Uzun ya ji girtîgeha Bakirkoy a Jinan tahliye bû, diyar kir ku girtiyên bi biryar û baweriyek mezin çalakiya xwe dimeşînin rastî zextên psîkolojîk tên û got girtî ji derve jî heman bawerî û biryarê dipên. DÎMEN HEYE
 
*Dîrayet Dîlan Taşdemîr destnîşan kir ku AKP ev 17 sal in rewabûna xwe bi sindoqan îfade dike û lê 31’ê Adarê de li gelek deveran winda kir, YSK îro bi talîmata AKP’ê tevdigere. DÎMEN HEYE