Konfransa Jinên Ciwan bi dawî bû

  • 08:28 16 Nîsan 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Konferansa YJC'ê ya li Herêma Firatê bi dirûşma "Bi felsefeya Rêber Apo em ê dagirkeriyê têk bibin, di pêşengiya jinên ciwan de Sûriyeke azad ava bikin" dest pê kiribû, bi biryarên girîng bi dawî bû. 
 
Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) ya Kantona Kobanê li Herêma Firatê bi dirûşma "Bi felsefeya Rêber Apo em ê dagirkeriyê têk bibin, di pêşengiya jinên ciwan de Sûriyeke azad ava bikin" dest pê kiribû, bi biryarên girîng bi dawî bû. Di konferansê de bi nirxandin û nêrînên ku hatin pêşkêşkirin û bi hilbijartina meclîsê, 16 jinên ciwan hatin hilbijartin.
 
Di dawiya konferansê de ev biryar hatin girtin:
 
* Em weke jinên Ciwan ên Kantona Kobanê vê konferansê diyarî Rêber Apo û di kesayeta Leyla Guven de diyarî tevahî berxwedêrên çalakiyên girevên birçîbûnê dikin.
 
* Em weke jinên ciwan ên Kantona Kobanê serokê gelan Rêber Apo weke îradeya xwe dibînin û ev tecrîda giran a li ser Rêber Apo ji bo ku were şikandin em ê her di nav çalakî û berxwedanê de bin.
 
* Dîsa ji bo ku pergala konfederalîzma demokratîk were rûniştandin wekî meclîsa jinên ciwan a Kobanê em hemû beşên sîstema Konfederal di bin sîwana meclîsa xwe de bidin avakirin.
 
* Em ê li hemberî zewaca bi temenê biçûk û tundiya li ser jinê hemleyekê bidin destpêkirin, ji bo parastina jinê em ê rêxistinbûyinê xurtir bikin.
 
* Ew ê perwerdeyên birdozî û leşkerî ji bo jinên ciwan werin vekirin.
 
* Perwerdeyên Jîneolojiyê dê werin dayîn û komîteya Jîneolojiyê dê were avakirin.
 
* Tîmên werzîşê yên jinên ciwan, tîmên fotbolê bi navê jinên ciwan dê were avakirin.
 
* Dê xebatên Çand û Hunerê bi navê jinên ciwan werin çêkirin.
 
* Em ê weke jinên Ciwan li hemberî êrîşên dewleta Tirkiyeyê û hemû hêzên dagirker her tim di nava çalakî û berxwedanê de bin.
 
* Em ê weke jinên ciwan ji bo gel her tim di nava tevger û avakirina parastina cewherî de bin.
 
* Dîsa em weke jinên ciwan li hemberî êrîşên moderniteya kapîtalîst em ê di çanda civakê de israr bikin û ji bo parastin û belavkirina çanda gel em ê di nava têkoşînê de bin.
 
* Ji bo xurtkirina hêzên YPJ'ê, em weke tevgera jinên ciwan xwe berpirsyar dibînin.
 
* Perwerdeyên ajotina mator û erebeyan dê werin kirin.
 
* Perwerdeya ziman dê were dayîn.
 
Konfrans bi dirûşmên 'Bijî berxwedana Leyla Guven', 'Bijî berxwedana zindanan', 'Jin jiyan azadî' û 'Bê serok jiyan nabe' bi dawî bû.