'Ji bo ku darbest dernekevin em li vir in'
- 17:20 15 Nîsan 2019
- Rojane
STENBOL - Malbatên girtiyan bi armanca piştevaniya zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de ne nobeta xwe ya li ber Girtîgeha Gebze berdemaw dikin. Malbatan diyar kirin ku ji bo cenaze ji girtîgehan dernekvin li vir di nobetê de ne.
Girtiyên siyasî ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribûn çalakiya wan didome. Malbatên girtiyan jî ji bo piştgiriyê bidin girtiyan 6 rojin çalakiya xwe ya nobetê ya li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê didomînin. Çalakiya malbatan dîsa ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Malbatên girtiyan destnîşan kirin ku heta dawiyê dê çalakiya xwe ya nobedê bidomînin.
'7 cenaze li girtîgehan derketin'
Cemîle Aydinê ku tevlî çalakiya nobedê bû, destnîşan kir ku ji bo zarokên xwe li ber girtîgehê ne û wiha got: "Zarokên me niha di greva birçîbûnê de ne. Em nikarin xwarinê bixwin, nikarin rakevin. Heta niha li girtîgehê 7 cenaze derketin û nahelin em cenazeyên xwe jî defîn bikin. Em çend roj in li vir in, lê ji bo me jî astengî derdixin."
'Em mafê xwe yê mirovî dixwazin'
Fehîme Ekmez bal kişand ser grevê û wiha axivî: "Ji bo cenaze li girtîgehan dernekevin em li vir in. Li hemberî mirinan em berxwedidin." Sabîha Bozanê tevlî nobedê bû wiha nêrînên xwe anî ziman: " Em dayik in û li vî welatî dijîn. Bila gavek bê avêtin û tecrîd bê rakirin. Bila malbat û parêzer biçin li Îmraliyê û Ocalan re hevdîtinê pêk bînin ku zarokên me jî dest ji çalakiya grevê berdin. Em tiştekî naxwazin. Hefteyek e em li ser van kolanan nobetê digirin. Heta niha gavek ji bo daxazên girtiyan neavêtine. Derdê me aştiya vî welatî ye. Mafê mirovan çiye em mafê xwe yê mirovî dixwazin. Em heq, hiqûq û edaletê dixwazin. Ev welat ne tenê malê kesekî ye. Em carek din bang dikin ku vê tecrîdê rakin. Bila tecrîdê rakin ku zarokên me jî dest ji grevê berdin."
'Em dest ji çalakiya xwe bernadin'
Cemîle Çiftçî ku 23 sa lin birayê wê di girtîgehê de ye jî wiha got: "Ji bo parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin em li vir di çalakiyê de ne. Heta ku tecrîd bi dawî nebe em dest ji vê çalakiyê bernadin. Li gelan zilmê dikin. Em maf û hiqûqê dixwazin"
Malbatên ku di nobetê de piştre li avahiya HDP'ê Gebze daxuyani da çapemeniyê.