'Em nikarin li hemer qêrina ji gitîgehan tê bêdeng bimînin'

  • 16:54 15 Nîsan 2019
  • Rojane
 WAN - Platforma Demokrasiyê ya Wanê, bal kişand ser asta greva birçîbûnê ku hatiye, got divê ku demildet gav bê avêtin û ev tişt got: "Em wekî civak nikarin li hember qêrîna li gitîgehan bêdeng bimînin."
 
Platforma Demokrasiyê ya Wanê ku ji 26 saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî pêk tê, derbarê grevên birçûbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê hatiye destpêkirin û di encamê de 7 kes li girtîgehan ku bi giştî 8 kesî jiyana xwe ji dest da daxuyanî da çapemeniyê.  Di daxuyaniya ku li avahiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan (TUYADDER) hat dayîn ji aliyê rêveberê TUYADER'ê Husnu Urgun ve hat xwendin. 
 
Divê ji ji bo hevdîtina bi girtiyan re derfet bê dayîn'
 
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku divê li daxwazên gitiyan bê guhdarkirin û wiha hat berdewam kirin: "Tişta ku em ji îktîdarê dixwazin bila heyetên siyasî biçin li girtîgehê lêkolînê bikin û di bin çavdêriya Odeya Tabîban (TTB) de heyetek biçe li girtîgehê derbarê tendirusitiya girtiyan de lêkolînê bike."
 
'Divê gav bê avêtin'
 
Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hat gotin: "Divê ji bo girtiyên di grevê de pêdiviya jiyanî Vîtamîna B1, B12, xwe û şekir ku tên astengkirin bên dayîn, zextên li ser girtiyan yên wekî girtina di hucreyê de û zextên ku rûmeta mirovahiyê dişkînin bên bidawîkirin. Ji bo ku di serî de Leyla Guven û kesên din ên di gereva birçîbûnê de ne bi xetereya jiyanê re rûbirû nemînin bila  rayedar li gorî hiqûqê tevbigerin û li girîtîgeha Îmraliyê jî heman hiqûq bê pêkanîn."
 
Piştî dxuyaniyê malbat ji bo ji xizmên xwe yên di girtîgehê de name bişînin çûn postexwneyê.