Li Şehbayê daxuyanî hat dayin

  • 16:17 15 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê kiryarên dewleta Tirk ên di derheqê gelê Efrînê de bi daxuyaniyekê li Kampa Berxwedanê, şermezar kir.
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk a li Kantona Efrînê û guhartina demografîk, li kampa berxwedan ya Navçeya Fafîn a Şehbayê şermezar kir. Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên kampa berxwedanê daxuyanî pêk hat. Jinan wêneyên berxwedêrên Berxwedana Serdemê û pankertên bi nivîsên "Em dewleta Tirk şermezar dikin, Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re, Serkeftin a vîna gelan e" hilgirtin.  
 
Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ebd El Hemîd Bekrî, bi zimanê Erebî ji aliyê endama Rêverberiya Xweseriya Demokratîk Zelox Reşîd ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha bû:
 
"Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, dewleta Tirk xewna xwe ya Osmaniya faşist careke din nû dike bi riya hewildanên kontrolkirina erdnîgariya dewletên derdorê yên cîran û kole kirina gelên wan. Ji ber vê jî, dewleta Tirk erka tolhildanê ji bo terorên DAIŞ'ê da ser milê xwe. Ev salek derbas bû û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi hemû rêbazên şer didome û li hember erdnîgarî û gelê Efrînê berdewam e, kuştin û binçavkirina gel, şewitandina xwezayê, rûxandina cihên kevnar û dîrokî, her wiha belavkirina nasnamaya Tirkî li ser gelê Efrînê bi armanca pêkanîna guhartina demografîk û tunekirina çand û zimanên heyî ev yek tê kirin. 
 
Niha jî bi hilweşandina gundewarên Efrînê û avakirina cihên leşkerî û mînaka wê jî gundê Cilbirê binpêkirin û guhertina demografîk didome. Ev kiryar jî bi giştî lihevkirina û peymanên bi dewleta Rûsya re çê dibe, dewleta ku berjwandiyên xwe yên taybet li ser gelê Sûriyê, gelê kurd û yekbûna xaka Sûriyê re, derbarê vê de em helwestên dewleta Rûsya şermezar dikin, her wiha em li hember bêdengiya dewleta Sûriyeyê matmayî dimînin û di heman demê de jî şermezar dikin, em bêdengiya navnetewî ya li hember kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê şermezar dikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê, Bijî Berxwedana QSD'ê, Bijî berxwedana Zîndanan" bi dawî bû.