Amadekariya Çejna Çarşema Nîsanê didomin

  • 15:36 15 Nîsan 2019
  • Rojane
Elmas Nayîf / Nesrîn Hisen
 
ŞENGAL - Civaka Şengalê Cejna Çarşema Nîsanê dê bi şahiyekê pîroz bikin.
 
Komîteya Amedekar ji bo pîrozbahiya Cejna Çarşema Nîsanê li hev civiyan û diyar kirin ku dê îsal bi coşek mezin cejna xwe pîroz bikin. 
 
Endama Komîteya Amadekar a Çarşema Nîsanê û Hevseroka Desteya Rêveberiya Şengal’ê Zehra Silêman Cejna Nîsanê pîroz kir û wiha got: "Di  serî de em  Cejna Nîsanê li tevahî gelên xwe pîroz dikin. Em amedekariyên xwe ji bo pîrozbahiyê didomînin. Ji bo pîrozbahiyê amadekariyek berfireh tê kirin. Dê li serdeşta Çiyayê Şengalê bê pîrozkirin û pîrozbahî dê li gorî çand û baweriya civakê bê pîrozkirin.”
 
'Bi coşek mezin dê bê pîrozkirin'
 
Zehra di axaftina xwe de bal kişand ser mêvanan û wiha axivî: "Gelek mêvanên me dê tevlî pîrozbahiyê bibin. Artêşa li Şengalê dê  ji bo parastinê hatin dawetkirin. Her wiha partiyên siyasî jî hatin dawetkirin û dê bi hev re cejnê pîroz bikin. Kantona Cîzîr  û her wiha rêveberê Bakûrê Rojava hatin dawetkirin. Her wiha dê ji derveyî welat jî hunermend ji bo pîrozbahiyê bên. Her wiha ji Rojava wek Koma Bavê Teyar û Ferhat Merdî jî hatin dawetkirin. Piştre dê derbasî Şengalê bibin. Îsal cejn dê bi coşeke mezin bê pîrozkirin. Her wiha di pîrozbahiyê de peyamên meclîs û partiyên siyasî dê bên xwendin."
 
Zehra destnîşan kir ku amadekarî hêj jî didomin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Daxwaz û bangawaziya me ji bo civaka Êzidî heye û em dixwazin tevlî pîrozbahiyê bibin û bi hev re cejna xwe pîroz bikin. Cejna civaka Êzidiyan pîroz be."