Ayşe Acar Başaran: Dixwazin seneryoke nû hilberînin

  • 14:13 15 Nîsan 2019
  • Rojane
ENQERE - Parlamentera HDP'a Êlihê Ayşe Acar Başaran derbarê qetilkirina Recep Hantaş de daxuyanî da û wiha got: "Di aşkerakirina qetilkirina Recep de hewldanên cuda tên kirin, lê faîl dîsa vegeradin peywîra wî. Dixwazin ser sûcên ku dikin bigirin." 
 
Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Ayşe Acar Başaran, derbarê qetilkirina Recep Hantaş ê li Parka Sumerê ya Ofîsa Amedê jiyana xwe ji dest da de daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
'Ev cînayet e'
 
Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku piştî ku birayê Recep ew  teşhîs kir ji bilî malbatê nehiştin kes tevlî merasîma definkirinê bibin û wiha got: "Hat gotin ku polîsan her tim li GBT'a wî nerîne, jê re gotine 'terorîst' û wexta ew li hember wan derketiye gef lê wxarine û her tim hatiye tehdîtkirin. Ev cînayet e. Lê tê xwestin ku ser bûyerê bigirin. Walîtiya Amedê derbarê qetilkirinê de diyar kir ku 2 polîs sewqê adliyê kirine. Lê merhele bi bi veşartî hat bi rêveberin û agahî nedan malbatê ji. Minakên bi vî rengî gelek in û niha dixwazin seneryoyek hilberînin. Wekî bûyera Kemal Kurkutê ku di Newroza Amedê de hati bû qetilkirin. Divê  walîtî daxuyaniyên bi vî rengî neke."
 
'Bûyer asayî tên dîtin' 
 
Ayşe, bal kişand ser qetilkirina zarok, ciwan, pîr û qalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li bajarên kurdan her tim zarok, ciwan, pîr û kal hedef tên nîşandan û tên qetilkirin. Bûyerên bi vî rengî jî asayî tên nîşandan. Em carek din hîşyar dikin, dê rojek rastî aşkera bibin. Kesên berpis û kujêr dê bên darizandin. Em wekî HDP'î band dikin divê faîl bên ceza kirin û em ê mudaxilî darizandinê bibin."