Leyla Xalid çû serdana HDP'yiyên di grevê de û TJA'yê

  • 13:56 15 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Leya Xalid piştî ku çû serdana Leyla Guven a ku 159 roj e di grevê de ye, piştre jî serdana parlamenterên HDP'ê yên ku ji 3'yê Adarê ve di greva birçûbûnê de ne û TJA'yê. 
 
Endama Polîtburo ya Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê (FHKC) Leyla Xalid, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, 159 roj e di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye ziyaret kir. Liya Xalid piştî ku serdana Leyla Guven kir çû serdana parlamenterên HDP'ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç  ku ji 3'yê Adarê ve li avahiya HDP'ê ya Amedê di greva birçîbûnê de ne. 
 
'Em ê ji têkoşînê gavê paşve neavêjin'
 
Leyla ya ku li avahiya HDP'ê silav da parlamenteran, diyar kir ku ew piştgiriyê dide çalakiya wan. Leyala diyar kir ku ew aliyê jiyanê ne, silavên kesên filistînî ku di di girtîgehê de ne û yê sekreterê xwe yê giştî ji wan re aniye.Leyla Xalid herî dawî got ku ew ê li gel heûm neyîniyan bi ser kevin, piştre çû serdana Tevgera Jinên Azad (TJA) û li wê jî got ku jin pêşengên berxwedanê ne. Leyla anî ziman ku ew wekî jin wê ji têkoşînê gavê paşve neavêjin. 
 
Leyla û heyeta pê re herî dawî ji bo Faksê ji Sserokomar û Wezareta Edaletê re bikişîne çûn postexaneya Ofîsê.