Li Sîncanê av, xwê û lîmonê nadin girtiyên di grevê de ne
- 11:36 15 Nîsan 2019
- Rojane
ENQERE - Xizmên girtiyan ên ji bo serdana heftane çûn Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê anîn ziman ku îdareya girtîgehê av, xwê û lîmonê nadin girtiyên di grevê de ne. Her wiha xizmên girtiyan da zanîn ku mafên sohbet û çalakiyan ên girtiyan tên astengkirin.
Bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê ya Enqereyê 27 girtî ketibûn greva birçîbûnê. Xizmên girtiyan ên ji bo serdana heftane çûn Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê anîn ziman ku îdareya girtîgehê av, xwê û lîmonê nadin girtiyên di grevê de ne. Her wiha xizmên girtiyan da zanîn ku mafên sohbet û çalakiyan ên girtiyan tên astengkirin û gardiyan di demên dawî de her dem tên ji camê girtiyan kontrol dikin.
Her wiha greva Suheyla Taş, Sariye Taşkesen û Zeliha Ustabaş ên di koma yekem de bûn greva wan ketiye roja 111'an.