Derbarê kuştina Recep Hantaş de 2 polîs sewkî dadgehê hatin kirin

  • 09:56 15 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Walîtiya Amedê ji bo Recep Hantaş ê duh polîsan ew kuştibû daxuyanî da û ragihand ku têkildarî bûyerê 2 polîs bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê kirin e.
 
Duh li Parka Sumerê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê Recep Hatnaş (20) ê bi hevalê xwe re rûdinişt, polîsan gule berdayê û ew kuştin. Polîs li malbata Recep Hantaş geriyabûn û gotibûn  “bi şaşîtî hatiye kuştin.” Walîtiya Amedê têkildarî bûyerê daxuyaniya nivîskî da û îda kir ku Recep Hantaş guh nedaye banga “hişyariyê” û ji ber vê yekê polîsan gule berdayê. 
 
Walîtiyê ragihand ku têkildarî bûyerê 2 polîs bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatine kirin û got der barê bûyerê de lêkolînên wan didomin.