Li dijî tecrîdê meşa bi meşale pêk hat

  • 09:55 15 Nîsan 2019
  • Rojane
STENBOL - Însiyatîfa Piştgiriya bi Zindanan a Marmarayê bi daxwaza tecrîdê û ji bo piştgiriya bi girtiyên di grevê de meşa bi meşale pêk anî. 
 
Însiyatîfa Piştgiriya bi Zindanan a Marmarayê bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê  PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya bi girtiyên di grevê de meşa bi meşale pêk anî. Girseya li ber Rêxistinên HDP'ê hatin gel hevdu bi çepik û tililiyan dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên "Em ê serî hildin û bi ser bikevin","Leyla Guven rûmeta me ye" hatin berzkirin. 
 
Ajokarên wesayetên ji rê derbasdibûn jî bi lêdana korneyan piştgirî dan çalakiya girseyê.