Danişîna rojnameger Kîbriye Evren sibê ye

  • 09:54 15 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - 2'emîn danişîna doza Rojnameger Kibriye Evren ku di 9'ê Cotmehê de polîsan ew binçav kirin û dadgehê ew girt wê sibê Edliyeya Amedê bê dîtin. 
 
2'emîn danişîna doza Rojnameger Kîbriye Evren wê sibê li Edliyeya Amedê bê dîtin. Polîsan Rojnameger Kibriye Evren, di operasyona 9'ê Cotmehê ya navenda wê Amed bû de binçav kirin. Piştî sewqî dadgehê kiribûn dadgehê biryara girtinê da û şand Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. 2'emîn danişîna doza Kîbriye Evren wê sibê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Evren, ji ber îxbarek bê nav hat binçavkirin û bi sedema gera wê ya li dervê welat û parvekirinên medya civaki hat girtin û hêj girtî tê darizandin. Dozger der barê Evren de ji 8.5 salan heta 20 salan ceza dixwaze. 
 
Kîbriye, piştî hat girtin, li gel girtiyên siyasî di 16'e Kanûna 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kiriye û 121 rojin di grevê de ye.