Hevşaredarên Baykan û Misircê: Em ê bi gel re bi rê ve bibin
- 09:16 15 Nîsan 2019
- Rojane
SÊRT - Hevşaredarên Baykan û Misircê, ji bo hemû kesên ku deng dane HDP’ê spas kirin û wiha gotin: “Gel li aliyê heqîqetê sekinî û denga xwe da HDP’ê. Em ê jî bi gel re bi rêve bibin û bi gel re hilberînin. Ev serkeftina me ye.”
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de li navçeya Baykan a Sêrtê de HDP’ê ji sedî 27,74 deng girt û bi ser ket li navçeya Misircê jî HDP’ê ji sedî 50,08 deng girt û bi ser ket. Hevşaredarên ku mazbatayên xwe girtin û dest bi peywirê kirin, encamên hilbijartinê nirxandin û ji gel re spas kirin.
Şaredarî yên gel in
Şaredara Baykanê Ozden Gulmez diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinê de bi şev û roj xebitîne û wiha got: “Tevî hemû zextên desthilatdariyê me şaredariya Sêrtê girt. Gel li dijî zextan li gel HDP’ê cih girt û tecrîha xwe li alî HDP’ê kirin. Em jî hewl didin hêjayê vê bin û çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê bi gelê xwe re xebatên xwe bimeşînin. Şaredarî yên gel in. Deriyê wê ji gel re vekiriye. Em ji hemû kesên piştgirî dan me re spas dikin.”
‘Misirc ya me ye’
Hevşaredara Misircê Esmer Baran jî ji bo hemû kesên ku dengên xwe dane wan spas kir û got gel HDP tercîh kiriye. Esmerê bi lêv kir ku ji destê AKP’ê girtina şaredariyê serkeftinek mezin e û wiha dawî lê anî: “ Şaredarî di 2014’an de ketibû detê AKP’ê. Qeyûm tunebû. Gel jê bi gazinc bû. Xizmet tunebû. Me di 31’ê Adarê de ji sedî 50,08 deng girt. Derket holê ku AKP di xizmetê de gelek qels e. Em ji gelê xwe re spas dikin. Misirc ya me ye. Sêrt ya me ye. Serkeftin ya me ye.”