‘Grevên birçîbûnê windabûna demokrasî û navê dijhiqûqiyê ye’
- 09:13 15 Nîsan 2019
- Rojane
Safiye Alagaş
STENBOL - Endamên Meclîsa Jinan a Stenbolê ya KESK’ê, diyar kirin ji bo grevên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin piştgiriya şexsî, fêdeya wê tune ye û got divê rewşenbîr, nivîskar û civak bi hev re tev bigerin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 159’emîn de didome. 7 hezar girtî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin û desthilatdarî jî hîna bêdengiya xwe diparêze. Ji eniya kedê jinan balkişandin têkoşîna rêxistinkirî.
Endama Meclîsa Jinan a Stenbolê ya KESK’ê Gulseren Gongurdu diyar kir ku di serdemeke ku hiqûq pêş ketiye de, Tirkiye tecrîdê pêk tîne û ev berovajî hiqûqê ye û got: “Ji ber Tirkiye destûra bingehîn û hiqûqa xwe pêk nayne, îro mirovan bedena xwe daye ber birçîbûnê. Ev ji bo me windabûna herî mezin a demokrasiyê ye, navê dijhiqûqiyê ye. Di vê pêvajoyê de yên herî zêde êşê dikşînin jin in. Ji ber ew zarokên xwe winda dikin.”
‘Divê em êdî yek bi yek xwe bigîhinin mirovan’
Gulserenê balkişand ser girtiyên li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîne û wiha pê de çû: “Em her roj bi fikar radibin. Tenduristiya civakê jî êdî xera bûye. Ev tecrîd tenê li girtîgehan pêk nayê. Niha bi hezarna kes di grevê de ne. Niha li ser çapemeniyê tecrîd pêk tê. Li ser civakê pêk tê. Divê bi awayekî lez em xwe bigihînin mirovan. Çapemeniyê çavê civakê girtiye. Divê em dakevin nav civakê û vêbêjin.”
‘Bêdengiya civakê dikuje’
Kadîme Arslan jî daxuyakirin civakek hatiye çewisandin hatiye afirandin û divê li dijî vê têkoşîn bê dayîn û got: “Divê em vê li derve ji mirovan re vebêjin. Me ev pêvajo di salên 1990’î de jî jiya. Wê demê windabûn çê bûn. Wê demê qe nebûna mirovan cenazeyên xwe digirtin. Lê niha ew jî nabe. Bêdengiya civakê her wiha wê mirinan bîne. Piştgiriya şexsî tê dayîn fêdeya wê tune ye. Dviê hemû saziyên civaka sivîl, siyasetmedar, hunermend bi hev re bibin yek û piştgiriyê bidin.”