Hevşaredarên Êlihê şaredarî dewir girtin û qoltixê qeyûm derxistin derve
- 15:31 8 Nîsan 2019
- Rojane
ÊLIH – Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr piştî mazbata xwe wergirtin bi meşekê çûn şaredariyê û bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Hevşaredaran qoltixê meqam ê qeyûm derxistin derve. Pişt re ziyaretvanên xwe qebûl kirin.
Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr piştî mazbata xwe wergirtin bi meşek girseyî ji avahiya HDP’ê heta avahiya şaredariyê meşek li dar xistin. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Necdet Îpekyuz, Dayikên Aştiyê û girseya qerebalix bi lêdana erbeyan û berzkirina dirûşman meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Batman ya me ye" û "Bijî berxadana zîndanan" berz kirin.
Hevşaredarê Êlihê yê berê Sabrî Ozdemîr ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û xebatkarên şaredariyê û welatiyan giseya meşê û hevşaredarên nû bi çîçekan pêşwazî kirin.
Piştî pêşwazî bi kelecan û kêfxweş Hevşaredar Songul Korkmaz malovaniya hemû gelê Êlihê kir û got: “Gelê Êlihê carek din xwedî li vîna xwe derket. Em ê wek hevşaredaran ji bendewariyên gel re bibin bersiv. Em ê bi gel re xizmetê birêve bibin. Em ê şaredariyek zelal esas bigirin.”
Hevşaredar Mehmet Demîr jî diyar kir ku serdema ew ê 5 salan xizmetê ji gelê Êlihê re bikin dest pê dike û wiha got: “Êdî ne dema axaftinê ye, dem dema kar û xebat û kirinê ye. Em ê sozên ku yek bi yek dane gelê xwe bi cih bînin. Pîvana me xizmeta ji bo gel e. Em ê li ser heq û heqîqetê bixebitin. Em ê bi heqîqetê xebata xwe bikin û xeyalên xwe pêk bînin.”
Piştî axaftinan hevşaredar Mehmet û Songul, wekîl, rêveberên HDP’ê û gel bi hev re derbasî hundirê şaredariyê bûn û çûn odeya meqamê. Li vir Hevşaredar Demîr qoltixê meqamê nîşan da û got: “Me soz dabû vî gelî. Wê qoltixê meqamê vê şaredariyê tune be.” Piştî gotinên Demîr, welatiyan rahişt qoltixê û ji odeyê derxistin derve.
Pişt re hevşaredar Mehmet û Songul ziyaretvanên xwe qebûl kirin.