Di pêşangeha wêneyan a li Qamişloyê de wêneyê Leyla Guven hat xêzkirin
- 14:42 8 Nîsan 2019
- Rojane
QAMIŞLO – 1'emîn pêşengeha wêneyan ya bi navê Şehîd Egîd li dibistana 'Hitîn' hate vekirin.
Îro 1'emîn pêşengeha wêneyan ya bi navê şehîd Egîd li dibistana Hitîn a bajarê Qamişlo yê hate vekirin. Kongreya Star, Yekîtiya Mamosteyan, Saziya Malbatên Şehîdan, Zaningeha Rojava, Desteya Perwerdê, Tevgera TEV-ÇAND, TEV-DEM, Akademiya Şehîd Egîd Çîlo amede bûn.
Di pêşengehê de 64 tablo bi destê 20 şêwekarên jin û mêr hatiye xêzkirin, piraniya wêneyan berxwedana jin û çanda kurdan didin diyarkirin. Di nava tabloyan de wêneyê şehîd Egîd Cîlo û Leyla Guven jî hatibû xêzkirin.
Pêşengeh ji aliyê Endama Komîteya Çalakiyên bajarê Qamişlo Hêvîn Muhemed hat vekirin.
Dê pêşengeh heta danê êvarî bidome.