10 malbatan ji bo cenazeyên li Goristana Xerzanê hatin derxistin serlêdan kir

  • 14:34 8 Nîsan 2019
  • Rojane
BEDLÎS – 10 malbatên cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û birin ATK’a Stenbolê ji bo cenazeyan werbigirin serlêdan kirin. Şaxa ÎHD’ê ya Tetwanê ji bo 219 cenazeyên din banga serlêdanê kir. 
 
Di 19’ê kanûna 2017’an leşkeran 267 cenazeyên şervanên PKK’ê yên li Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê derxistibûn û biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK.) Cenaze li ATK’ê hêj tên rawestandin. Heta niha tenê du malbatan cenazeyên xwe wergirtin. Tevî ku 475 roj derbas bûn jî malbatên din cenazeyên xwe wernegirtine. Bêyî tu hincet nîşanî 38 malbatên serlêdan kiribûn bidin cenazeyên zarokên wan nadin wan. 
 
Hîlmî Altin, Ahmet Çelîk, Mahmut Toprak, Nezîr Ozcan, Şayiste Karabaş, Musaava Okta, Hediye Karabay, Fazîle Karabay, Şadiye Bîngol û Ziyadîn Bîngol ên ji Stenbol û Edeneyê ji bo wergirtina cenazeyan hatin Bedlîsê, piştî serlêdana dozgeriyê ji ba DNA’yê xwîn dan nexweşxaneya dewletê. 
 
Bi serlêdana 10 malbatên din re jî hejmara malbatên serlêdan kirine gihîşt 48 malbatan. 219 malbatê hêj serlêdan nekiriye. 
 
Parêzerên endamên Şaxa ÎHD’ê ya Tetwanê banga li malbatan kir û xwestin malbatên serlêdan nekirine divê gavek berî gavekî biçin serlêdanê bikin.