Li Girtîgeha Şirnexê li 3 jinên di grevê de lêpirsîn vekirin
- 13:47 8 Nîsan 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Hat diyarkirin ku li 3 girtiyên jin ên di Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê de yên ji 15'ê Adarê de di greva birçîbûnê de ne lêpirsîn hatiye vekirin.
Hat ragihandin ku li 3 jinên girtî yên di Girtîgeha Şirnexê de ne û li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne lêpirsîn hatiye vekirin. Hat diyarkirin ku ji ber girtiyên ji 15'ê Adarê de di greva birçîbûnê de ne û ji aliyê girtîgehê ve ji wan re psîkolok hatiye şandin, wan jî psîkolog qebûl nekiriye û gotine, "Em ne nexweş in di çalakiyê de ne" lêpirsîn li wan hatiye vekirin. Mudurê gitîgehê lêpirsîna ku hatiye vekirin bi parlamenterên HDP'ê yên ku pê re hevdîtin kirin re jî parve kir.
Rêveberiy girtîgehê got ku ew ê lijne dîsa bicive û lêpirsîna hatiye vekriin careke din di ber çavan re bê derbaskirin. Li heman girtîgehê li gel çalagerên jin bi giştî 20 girtiyên din ên di grevê de hene.