Avahiya Şaredariya Cizîrê dewrî qeymeqamtiyê hat kirin!

  • 12:12 8 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Hat hînbûn ku  Avahiya Şaredariya Cizîrê ya ku bi dengekî mezin ji qayim hat girtin, dewrî qeymeqamtiyê hatiye kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelna (HDP) di hilbijartinên 31'ê Adarê de ji sedî 77 şaredarî ji qeyuman girt. Hat hînbûn ku  Avahiya Şaredariya Cizîrê ya ku bi dengekî mezin ji qayim hat girtin, dewrî qeymeqamtiyê hatiye kirin. Her wiha li gor agahiyên hatiye bidestxistin gelek alavên şaredariya Cizîrê ji aliyê qayim ve hatiye firotin. 
 
Tê payin ku di rojên pêşiyê de lîsteya alavên hatiye firotin dê bê girtin.